Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Platforma çalakiyên hevbeş ya tevger û rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk li hember axa Başurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Qamişlo- Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de êrîşî axa Başurê Kurdistanê kirin. Li dijî van êrîşan welatiyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî weke her devera ku Kurd lê dijîn çalakiyên şermezar kirinê li dar dixînin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi çalakiyên cur be cur vê êrîşî şermezar dikin. Her wiha dewlet tirk her roj êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û sivîlan armanc digire. Îro jî Platforma çalakiyên hevbeş ya Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekî çapemeniyê êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ya Tevger û Rêxistinên jinan mîna Meclîsa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Jinên Sûriyê, Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Suryan û Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hate dayîn.
“Dewleta Tirk şerê xwe yê li dijî Gelê Kurd dewam dike”
Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Komîteya Ekolojî ya Kongreya Star, Rihan Temo ve hate xwendin wiha ye: “Dewleta Tirk şerê xwe yê li dijî Gelê Kurd û hemû gelê li ser erdnîgariya Kurdistanê hene didomîne, ji ber ku dewleta Tirk tucarî dudilî nebû di pêkanîna armancên xwe di qirkirina gelan de û bi taybet Gelê Kurd. Di berdewamiya vê siyasetê xwe piştgiriya komên çekdar ên Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê kir û heta niha jî wan li dijî kurdên Sûriyê û Iraqê bi kar tîne. Piştî negihişt armancên xwe serî li operasyona leşkerî ya rasterast da, ji bo dagirkerina herêmeke berfireh ji erdîgariya Sûriyê mîna Efrîn, Serêkanî, Girê Sipî, Cerablûs, Ezaz û Bab. Ji ber vê dest bi kuştin, talankirin, destavêtina jinan, mal û milkên gelan kir. Li ser valakirina herêman ji gelê resen û bicihkirina kesên xerîb kar kir. Ev pêkanîna siyaseta koçkirina bi darê zorê û guhertina demografiyê zelal dike. Ev jî binpêkirina eşkere ya prensîpên zagonên mirovî yê navneteweyî ye.”
“Armanc têkbirina projeya netewa demokratîk e”
Di dewama daxuyaniyê de êrîşên li dijî axa Başurê Kurdistanê wiha hate gotin: “Êrîşê hovane yê ku îro li ser herêmên Başurê Kurdistanê bi hemû cureyên çekan pêk tên. Ev binpêkirineke eşkereye ji desthilata dewleta Iraqê ya ku endama Desteya Neteweyên Yekbûyî ye. Ji bilî tu tirsekê li ser gelê herêmên bi ewle çêdike, di wan êrîşan de sivîl li seranserî sînor ji Zirgan, Til Temir, Kobanê, Eyn Îsa, Minbic, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî bi balafirên bê mirov û çekên giran têne hedef girtin. Ev beşek ji yek pilanî ye ku hedefa wî tunekirina destkeftiyê şoreşê ye û ev şikandina vîna gelane ku bi projeya netewa demokratîk, jiyana aşitiyane û wekheviya gelan ku nûnertiya wê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike bawer kir.”
“Divê dewleta Tirk bê cezakirin”
Di daxuyaniyê de hate zanîn ku armanc girtina şervanên YPJ’ê, armanc girtina îradeya jinan e û wiha hate gotin: “Armanc girtina Endamên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku terora çeteyên DAIŞ’ê li bajarê berxwedanê Kobanê têk birin û hebûna wî ya leşkerî li Baxozê bi dawî kirin. Serkeftinên mezin bi dest xistin û qurbaniyên nirx û buha dan. Ev yek bala cîhanê kişand û baweriya jin bi xwe ava kir. Ronahkbûna fikrî ya civakî pêkanî. Ev êrîşa herî dawî weke tolhildana ji bo ji nû ve vejinkirina çeteyên DAIŞ’ê bu da ku îradeya jinê ku pêşengtiya şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikir, bişkînin. Kiryarên dewleta Tirk dike, dikeve asta sûcê dijminatiya dewletên cîran û sûcê dijmirovahiyê. Pêwiste ji aliyê civaka navneteweyî ve ev sûc werin lêkolîn kirin û sûcdar werin ceza kirin.”
“Divê jinên cîhanê li dijî êrîşan rabin ser piyan”
Herî dawî Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê herkesî vexwendin hevgirtina li dijî êrîşên dewleta Tirk û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bi erkên xwe yên niştimanî rabin, gelê herêmê vedixwînin hevgirtina li dijî armanc û niyetên dewleta Osmanî ya nû ku Receb Tayip Erdogan bi rêve dibe. Ji bo wê artêşek ji komên çete yên sûrî ava kir. Da ku pilanê fitne, jihevxistin û dijminatiyê vala derxînin, ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku li hember kiryarên dewleta Tirk ya dagirker bêdeng nemînin. Ji ber sûcên li dijî mirovan û keviran binpêkirineke eşkereye ji hevpeymanên ku di navbera Emerîka, Rûsya û dewleta Tirk hatine îmzekirin. Em bang li Rêxisinên Jinên Sûriyê, Jinên Rojhilata Navîn, Jinên navneteweyî û Rêxistinên hiqûqî dikin ku bi berpirsiyariya xwe rabin li hember kiryarên ku li Bakur û Rojhilajtê Sûriyê çêdibe. Da ku zextek li dewleta Tirk bike ku dagirkeriya herêmên Sûrî bi dawî bike û biryara 2254 ji bo bi dawî kirina qeyrana Sûriyê pêk bîne û ji pêvajoya veguherîna siyasî li Sûriyê amadekarî bêne kirin. Qedexekirina balafirên şer li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were ferzkirin û lêpirsîn di sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin bê destpêkirin. Ji bo edalet pêk bê û misgoreriya vegera ewleh ji koçberan bi garantiya navdewletî bê kirin.”