Rêxistinên jinan bertek nîşanî binçavkirina parêzvanên mafên mirovan dan

Rêxistinên jinan daxwaza parastina parêzer û rojnamevanên jin ên ku dema beşdarî çalakiyên mafên sivîl û mirovan bûn, li Niyalayê hatin binçavkirin kirin û diyar kirin ku divê tavilê bên berdan.

Sûdan – Her ku pevçûn li Sûdanê didomin, raporên mafên mirovan girtina gelek jinan, bi taybetî parêzvanên mafên mirovan, li gelek deveran belge dikin. Ev girtin di bin şert û mercên ne zelal û bêyî prosedurên yasayî yên zelal de pêk tên ev yek jî fikarên li ser rewşa jinên girtî zêdetir dike.

Di roja 19’ê Tebaxê de, rêxistinên jinan ku di nav wan de kampanyayên ‘Edaleta Jinan’ û ‘Ji zilma li ser jinan re na’, hebûna, binçavkirina komek rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên jin ji ber beşdarbûna çalakiyên sivîl û femînîst ên têkildarî mafên jinan, aştî û ewlehiyê li Niyalayê şermezar kirin. Di navbera kesên hatine binçavkirin de parêzer û parêzvana mafên mirovan û endama Komeleya Baroya Darfûrê û Koma Parêzvanên Maf û Azadiyê ya Sûdanê Magda Hassan Elî El-Emîn û rojnamevanên jin Îşraqa Abdel, El-Rahman, Zehraa Muhammad El-Hessan û Mawahib Îbrahîm hene.

Tedbîrên lezgîn pêwîst in

Rêxistinên jinan diyar kirin ku berdewamiya girtina parêzer û sê rojnamevanan gelek bi fikar e û bi taybetî raporên ku diyar dikin tenduristiya hinek ji wan xirab bûye, nikarin tedawî bibînin û hevdîtina birêkûpêk a bi malbat û parêzerên xwe re bêpar mane hene. Rêxistinan xwestin ji bo misogerkirina ewlehiya wan a fîzîkî, derûnî û yasayî tedbîrên bilez hewce ne.

Rêxistinên jinan dan zanîn ku edaleta jinan li ser prensîbeke zelal hatiye damezrandin, heta ku jin ji ber çalakvanên mafên sivîl an mirovan di girtîgehê de bimînin, aştî nayê avakirin û edalet nayê pêkanîn. Civak jî bi bêdengkirina jinên ku ji bo maf û refaha civakê dixebitin nayê parastin. Rêxistinan dan zanîn ku dîtina parêzvanên mafên mirovan û rojnamevanên jin wekî gefeke ewlehiyê tenê ji ber ku mafên xwe yên bingehîn bi kar tînin şêwazên tundî û cudakariyê didomîne û bêcezatiyê kûrtir dike.

‘Bila jin neyên bêdengkirin’

Rêxistinên jinan tekez kirin ku girtina kêfî, bêparkirina ji xizmetên tenduristiyê, astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re û rûbirûbûna gef an muameleya xirab, bêyî prosedurên yasayî yên zelal û garantiyên dadweriyek serbixwe, nikare bi tu îdiaya ewlehiyê rewa bê dîtin.

‘Divê mafên jinan bên parastin’

Rêxistinên jinan diyar kirin ku parastina jinên girtî ne tenê bi daxwaza berdana wan ve sînordar e, di heman demê de eşkerekirina tavilê ya cihên girtina wan, misogerkirina ewlehiya wan ve girêdayî ye. Hat xwestin ku divê bikaribin hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re  bikin, biçin bijîjk û lêkolînên der barê îdiayên îşkence, muameleya xerab de werin kirin.

Rêxistinên jinan berpirsiyariya Eewlehiyê xist ser RSF’ê

Her wiha Rêxistina jinan tevahî berpirsiyariya ewlehiyê ya girtiyên jin girt ser Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF). Di daxuyaniyê de daxwaza serbestberdana tavilê û bê şert û merc a parêzer û parêzvana mafên mirovan Maçîde Hesen Elî El-Emîn, rojnamevan Îşraqa Abdel Rahman, Zahraa Mohamed El-Hesen û Mewaheb Îbrahîm hate kirin. Her wiha daxwaz hate kirin ku hemû jinên ku bi awayekî kêfî ji ber çalakiyên sivîl, mafên mirovan an rojnamegeriyê hatine girtin werin berdan, cihên girtina wan bi awayekî zelal werin eşkerekirin û malbat û parêzerên wan karibin bê sînor bi wan re têkilî daynin û serdana wan bikin.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku divê jinên bikaribin tedawî bibin û dema ji bo tenduristiya wan hewce bike, wan bibin nexweşxaneyan. Her wiha hat xwestin ku dawî li hemû şêweyên windakirina bi zorê û girtinên kêfî were û hemû prosedurên yasayî di bin çavdêriya dadwerî û garantiyên darizandineke adil de bin.