Rêxistinên Jin rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê eşkerekirin

Platforma Çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê de, rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bi daxuyaniyekê ragihandin.

Qamişlo - Bi dirûşmeya ‘Li hemberî her cure tundiya dewlet û zihniyeta mêr; Jin, Jiyan, Azadî’ Platforma Çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê ku ji 33 tevger û rêxistinên jinan pêk tê, rêzeçalakiyên xwe ya ji bo 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan eşkere kir. Daxuyanî li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna 100 jinan li stadyoma 12’ê Adarê hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Platforma Çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan Rîhan Loqo hate xwendin.

 Daxuyanî wiha ye;

“Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jin û bi dirûşmeya “Li hemberî her cure tundiya dewlet û zihniyeta mêr; Jin, Jiyan, Azadî” em hemû jinên ku beriya 5 hezar sal di dîroka baviksalariyê de ji ber tundiya zilaman jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Xwîşkên Mîrabal ên li dijî dîktatoriya faşîst a li Komara Domînîk sekinîn û bi awayekî hovane hatin qetilkirin îro bûne çirûsên têkoşîna li dijî tundiyê. Em ê soza bilindkirina têkoşîna jinên pêşeng (Rosa Luxemburg, Sakîne Cansîz, jîna Emînî, Nagîhan Akarsel, Jiyan Tolhildan, Zeyneb Sarûxan, Hind û Saada, Hana Al-Sagir, Delal Nurheq, Rûken Jiyan) ​​bikin esasê şoreşa xwe û li dijî tundiyê dewam dikin.

Bi boneya roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jin, em hemû cureyên tundiya li ser jinan red dikin û piştgirtiya xwe ya mayinde ji tevahî jinan re nû dikin.  Em weke jinên platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, van binpêkirinên li dijî jinan ku weke sûcên şer li dijî mirovahiyê ne, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar dikin.  Em tekez dikin ku wê biryar, têkoşîn û berxwedana  me ya  li dijî tundiyê di astên herî bilind e be.  Ji bo yekrêziya refên jin, piştgiriya doza wê li her deverên cîhanê li hemberî her curên tundî, çewisandin, dagirkerî û qirkirinê em ê her li qada bin. Îro divê em van qadên dîrokî veguherînin têkoşîneke hevpar ya jinan.  Bi hêza berxwedan û rêxistinbûyîna jin re em ê di tevahî mirovahiyê de serketineke mezin bi dest bixin.

Li ser vî esasî rêzeçalakiyên me wiha ne;

Di 12’ê Mijdarê de bi dirûşmeya “Li hemberî her cure tundiya dewletê û zihniyeta mêr… Jin Jiyan Azadî” em dest bi kampanyaya xwe dikin.

* Semînerên taybet li ser girîngiya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jin wê bêne dayîn.

*Gotûbêj li ser asta herêmî, Rojhilata Navîn û li ser malperên tora civakî bên lidarxistin.

*Mîtîngên girseyî  wê bêne lidarxistin.

*Tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameyên xwe yên taybet dê çalakiyên cuda li dar bixin.

*Ji 14 ta 17’ê Mijdarê dê li ser asta gund, navçe û bajaran semîner ji civakê re bên dayîn.

* Ji 18 ta 20’ê Mijdarê semîner ji  mêran re bêne dayîn.

*Ji 22 ta 23’ Mijdarê dê meşên navçeyan û meşên mêran bêne lidarxistin.

*Di 24’ê Mijdarê de wê Panel bi rêya Zoom bi zimanê înglîzî li ser asta cîhanî bê orgenîzakirin.

*Di 25’ê Mijdarê de wê mîtîngên girseyî li ser asta kantonan bi dirûşme û rengên jinan bên lidarxistin.