Rêxistinek Elmanî piştgirî da kampanya li dijî darvekirinê
Rêxistina Çep a Destwerdanê ya Elmanyayê piştgirî da kampanya KJAR'ê ya li dijî darvekirinên li Îranê.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Çep a Destwerdanê ya Elmanyayê bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanya Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) a li dijî darvekirinên li Îranê.
Di peyama piştgiriyê de ev tişt hate gotin: “Bi navê Çep a Destwerdanê em cezayê darvekirinê bi tundî şermezar dikin ku rejîma Îranê ya dijminê jinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihmedî birî ye. Em dixwazin, cezayê mirinê bê betalkirin. Em li vê derê piştgiriyê didin şoreşa femînîst a li Îranê û Rojhilat.
Em dibêjin, na ji darvekirinê re!
Erê ji jiyana azad re!
Jin, Jiyan, Azadî!"