Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê ji bo Rojava bang kir
Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê bal kişand ser jin û zarokên ku li Rojava di bin êrîşan de ne, bal kişand ser hejmara koçberan û ji bo alîkariyê banga hemû rêxistinan kir.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Parastina Zarokan ya Kurdistanê der barê carek din koça Kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên çeteyên Tirkiyeyê, daxuyaniyek weşand.
Rêxistina Parastina Zarokan ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got; “Li Bakur Rojhilatê Suriyeyê karesatek mirovî çêdibe, ji ber vê karesatê zêdetirî 300 hezar koçber ku piraniya xwe jin û zarokin, ji ber êrişên vê dawiyê ji Şehba û Bakur Rojavayê welat koçber bûn. Bi taybet ji Helebê gelek kes koçber bûn, malbat bê cih, xurek û pêdawîstiyên tenduristiyê mane.
Li hemberî vê qeyranê, îdareya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê planek lezgîn aktîv kiriye. Niha malbat li dibistan û mizgeftan hatine bicihkirin. Em bang li hemû rêxistinan dikin ku tedbîrên pêwîst bigirin.”