Rêxistina navneteweyî ya Efûyê 21 welatan lêkolîn kir: Bê cezatî zêde bûye

Rêxistina navneteweyî ya Efûyê di rapora xwe ya ‘rewşa mafê protestoyê li 21 welatên Ewropa’ de bal kişand ku li Tirkiyeyê rewşa ‘Bê cezatî û hesab nedan’ zêde bûye.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê di rapora xwe ya bi senavê ‘Rewşa mafê protestoyê li 21 welatên Ewropa’ ku 2022 û Îlona 2023 digre nava xwe de der barê komkirina azadiyan li welatên Ewropa li dijî ‘êrişên sistematik û sînordarkirinan’ hişyarî da. Di raporê de hate diyarkirin ku li hinek welatan zagonên zextê, yan jî zêde bikaranîna hêzê, girtinên kêfî , sînordarkirinên bê maf û cihêkarî heye. 

Di raporê de 21 welatên  xistina bin mercekê, bûyerên civakî yên li Avusturya, Belçîka, Komara Çek, Fînlandiya, Fransa, Elmanya, Yunanîstan, Macarîstan, İrlanda, İtalya, Luksemburg, Hollanda, Polonya, Portekîz, Sirbistan, Slovenya, Spanya, Îsveç, Swîsre, Tirkiye ve İngiltere hatin lêkolîn kirin.

Bikaranîna zêde ya hêzê heye

Rêxistina navneteweyî ya Efûyê diyarkir ku mafê ‘protestoyê’ bi awayek sistematik bikaranîn teknolojiya çavdêriyê û rê li ber şûnde girtinê diveke zêde bûye. Di raporê de Sekreterê Giştî ya Elmanya ya Rêxistina navneteweyî ya Efûyê Julia Duchrow got ku lêkolîn derbarê komkirina azadiyê, di aliyê Ewropa de êrişeke û ev wêneyek ku mirov pê bi êşe xêz dike. Di heman demê de di dema protestoyan de bûyerên ku polîs digihin îşkenceyê jî di nav de gelek mînakên ku bikaranîna zêde ya hêzê heye.

Di raporê de hate destnîşan kirin ku di nava 21 welatan de li Elmanya, Fransa, Îtalya, Swîsre, Îngiltere û Tirkiye polîs bûyerên ku ‘bê cezatî û hesab nedayînê’ hene. Rêxistinê di raporê de reşkirina di protestoyan de û weke ‘gefek li dijî ewlehî û aramiya civakê’ nirxandin jî rexne kir.

Çalakvan dibin hedef

Rêxistina navneteweyî ya Efûyê îşaret bi wê yekê kir ku rayedarên li Elmanya, Îtalya, Spanya û Tirkiye aktîvîstên avhewayê weke ‘eko-terorîst’ yan jî ‘bersûc’ pênase dikin, derbarê terorê de, zagonên têkoşîna li dijî sûcên bi organîze, parastina ewlehiya netewî bikartînin û çalakvanan dikin hedef.  

Li aliyê din Rêxistina navneteweyî ya Efûyê zagonên pêşîlêgirtinê ya li Îtalya û Yekitiya Qraltiyan rexne kir û diyarkir ku li gora raporê ev zagon ji bo astengkirina beşdariya mirovên sivîl ya bê mecaliyê, derdixin holê gefên weke ji cihên diyarkirî û yan jî di xebatên pêşerojê de werin dûrxistin û heta di hinek rewşan de dikarin binçav bikin dikin.