Rêxistina Efu ya Navneteweyî: Talîban mafên mirovan binpê dike

Rêxistina Efûya Naveteweyî diyar kir ku Talîban rêgezên bingehin ên mafên mirovan îhlal dike û divê dest ji wan pêkanînan berde.

Navenda Nûçeyan- Li Vîlayeta Lovgar ku li Rojhilatê Afganistanê ye di nav de 3 jin, bi giştî 12 kes li stadyûmekê li hemberî bi hezaran kesan rastî lêdan bi qamçiyê hatin. 

Berpirsa kampanyayên Başûrê Asyayê ya Rêxistina Efûya Navneteweyî Samira Hamîdî bi boneya 25’ê Mijdarê der barê mijarê de daxuyanî da û wiha got: “Qamçîkirina jin û mêran, yek ji pêkanînên Talîbanê yên hovane ye. Divê qanûna naveteweyî hişyar bin û îşkence û muameleyên din ên xirab werin qedexekirin. Rêveberiya Talîbanê ya beriya 30 salan jixwe gelek bîranînên xirab hişt li dû xwe, îcar niha jî heman kirinên xwe berdewam dike.” 

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku di nava civakê de bikaranîna qamçiyê û hemû cezayên fizîkî sûc werin dîtin û divê demildest pêşî li wan were girtin û ji bo darazandina bi edalet û bi riyên zagonî sîstema edaletê were avakirin. Di heman demê de bang li civaka navneteweyî kir ku hemû zilma Talîbanê û cezayên ji derveyî mirovahiyê demildest werin rakirin.