Rêxistina Diane banga tevlîbûna jinan di qada siyasî de dike
Bi pêşengiya Rêxistina Dianee li ser mijara pêşxistina rola jinên Lubnanî di siyasetê de komxebatek hat lidarxistin.
SÛZAN EBÛ SAYÎD
Beyrûd- Rêxistina Dianee bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Komxebatek bi sernavê “Jin Pêşengê Guherînê ne. Di serdemên qeyîranan de hevgirtî ne” lidarxist. Destpêkê Rêvebera Giştî ya Rêxistina Dianee Karen Latîf têkildarî damezrandina rêsxistina wan a di sala 2012'an de hatî avakirin axivî û wiha got: "Rêxistina Diane armanc dike ku civaka Lubnanî bi giştî û bi taybetî jinan bigihînin asta serkirdayetiyê."
"Jinên Lubnanî wekî çiyayan bihêzin"
Seroka û damezrênera Rêxistina Diane Fadel jî diyar kir ku di rojên şer de mêr nebûn, jinan berpirsyarî girtin ser milê xwe. Dianee Fadel gotina Xelîl Cubran a dibêje: "Bêyî rola jinan netew ava nabin û şaristianî nayên avakirin" bi bîrxist û wiha domand: "Em dizanin ku li Lubnanê her jinek wekî çiyayekî ye û heger jin bibin yek wê Lubnan bibe zincîra çiyayan. Pêdiviya me bi guhertinên civakî yên radîkal û guhertinên mezin ên civakî hene ku ev bêyî şoreşa jinan pêk nayê. Ji ber ku her pêşketinek civakek bi rola jinê tê pîvan û rewşa jinê li Lubnanê nebaşe û mafên wan yê kesayetî tê binpêkirin. Tenê li mafên civakî yên jinan binêre û çend jin di parlamatoyê de hene, têrê dike ku em rewşa jinan bizanibin."
"Emê tekoşîna xwe heyanî serkeftinê bidomînin"
Dianee Fadel wiha dirêjî da gotinên xwe: "Banga me ya îro ew e ku em bi beşdariya mêrên ku dikarin piştgiriya jinan bikin, bi hev re bicivîn, ji bo ku em gav bi gav bigihêjin armanca xwe. Ev komxebata me dê ne ya dawî be. Ji ber ku ev tekoşîneke me despêkiriye û emê bidomînin heyanî serkeftinê. Hebûna jin di parlamantoyê de pir girînge, ji ber ku tu kes êşa jinan fam nake bi qasî jinê û ji derveyî jinê tu kes êşa Lubnaniyan fam nake û hewil nade ku çareseriyê peyda bike."
“Divê em jin bigihîjin cihê ku me maf kiriye”
Dianee Fadel banga qeydkirina kotaya jinan kir û pirsa gelo jin ji bo ku bigihêje parlamantoyê wê di tevahiya jiyana xwe de li benda destûrdayinê bimînin? û wiha dom kir: "Jin ji sedî 52'ê ji hilbijêran temsîl dikin û bi dengên xwe dikarin ji sedî 50 jinan tevlî perlamentoyê bikin. Bila em dîrokê bi hev re binivîsin û em jin bigihêjin cihên ku divê em tê de cih bigrin. Erka me ye ku em îradeya xwe ragihînin, da ku em bighên parlementoya ku nêviyê wê jin be, ya dûyemîn jî em di cihê biryargirtinê de cih bigrin da ku zagonên girêdayî rewşa kesane ku mafê jinan binpêdeke sererast bikin."
“Em giringiyê pakî û parastina jîngehê”
Dianee Fadel balkişand ser xebatên ku rêxistina wê pêradibe û wiha pêde çu: Rêxistin li ser sê tiştan dixebite, ya despêkê perwerdehiya li ser hemwelatîbûna jîngehê û pêşketina domdar, fînansekirin û rêvebirina 12 saziyan ji bo bihêzkirina ciwanan di warê beşdarbûna ciwanan di kampanyayên paqijiyê ya kêleka deryayan, daristana, pêşangeh û bazaran, xwirtir bikin."
Dianee Fadel di derbarê pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî de jî wiha got: "Me ev komxebat bi mûnasebeta Roja jinên Cîhanê wekî kampanyekê tê ji bo agahdarkirina jinan ji bo parastina maf û erkên wan lidarxist. Bi taybet bi nêzîkbûna hilbijartinên parlemanto yê, ku dê piştî du mehên din bên lidarxistin me pêdivî bi xebatek wiha dît."
"Pêdivî ye ku jin bikevin nava siyasetê de"
Serok û damezrênera Maratona Beyrûtê a ku di sala 2003'an de dest pê kiriye Mey El-Xelîl jî behsa serpêhatiya xwe kir ku dema rastî qezayek giran hatî û seqet bûyî ku neçar ma 36 emeliyatan bike. Mey El- Xelîl da zanîn ku we dibin bandorê de nema û seqetî vegerand enerjiyeke pir mezin û gotina Nelson Mandela a dibêje; "werziş xwedî wê hêzê ye ku tevahî cîhanê bigherîne" bibîrxist. Mey El-Xelîl diyar kir ku wan bi rêka vê maratona Beyrûtê 18 mezheb kom kirin û wiha got: "Pêdivî ye ku jin bikevin nava siyasetê de."
"Li Lubnanê rêjeya jinên ku xwedî saziyên taybetin ji sedî 5 derbas nake "
Seroka Komeleya jinên Rêvebir Madîha Raslan ku damezrînera projeya Jazzmin a ku berhemên hunerî ji bo jinan li gelek firotgefhên înternetê dide pêşandan jî diyar kir ku rêjeya jinên xwediyê saziyên taybetin li Lubnanê ji sedî 5 derbas nabe. Madîha Raslan têkoşîna xwe û konfiransa ku ji aliyê komeleyê ve li Expo Dubaihatibû bi serenavê "Ena Lubnaniye Erebiya" hatibû organîzekirin, pêşkêş kir û wiha tekez kir pêdivî ye ku jin bi xwe û şiyanên xwe bawer bikin û di warê veberhênan û siyasetê de bighên cihê rêvebirinê.
"Civakên ku hurmetê didin jinan pêş dikevin"
Çalakvan Sara El-Yafî jî derbarê nêrînên şaş ên têkildarî daxwaza jinan ku mafên xwe dixwazin de diyar kir ku jin dema mafê xwe dixwazin û têkoşîn dikin ev yek nayê wê watê ku li dijî mêran tekoşîn dikin, tenê mafên xwe dixwazin û wiha got: "Ji 22 sedsalan zêdetir jin ji biryargirtin, maf û nivîsandina dîrokê hatine dûrxistin, ji bilî hin rewşên taybet." Sara tekez kir ku civakên hurmetê didin jinan û derfetê didin wan ku rola xwe di tevahî qadên civakî de bilîzin, dibin civakên pêşketî.
“Divê em serkeftinên jinên welatên dinê ji xwe re weke mînak bigirin”
Çalakvana aştiyê Tracey Chamoun hinek tişt rexne kir û wiha got: "Çawa hemû partiyên di parlamantoyê de tevî nakokiyên wan li ser yekgirtina dengan li dijî pêşniyara kotaya jinan li hev kirin." her wiha rewşa jinan li hindek welatan raxist ber çav û wiha domand: "Rewşa jinan li Urdunê û civak çawa li wir bi aktîvkirina beşdariya jinan di jiyana siyasî de pêş ket. Ezmûna Îrlandayê piştî şerê mezhebî û jin çawa beşdarî nivîsandina destûrek nû a ku mafê jina dide bû pêşkêş kir.”
“Divê em li Lubnanê mafê jinan di siyasetê de pêş bixin”
Çalakvan Jiwêl Ebû Ferhat ku damezrênera Komeleya Xemsîn Xemsîn jî diyar kir ku di hilbijartinên vê dawiyê yên parlementoyê de ji 128 jinan tenê 6 jin hatin hilbijartin û wiha domand: "Lubnan di aliyê mafê jinan ê siyasetê de di nav 187 welatan de di rêza 183'ê de ye û di nav 17 welatên Erebî de jî di rêza 15'an de ye. Rêjeya namzediya jinan ji bo hilbijartinan, ji hilbijartinên parlemanê yên sala 2009'an û vir ve bilind bû ye û di hilbijartinên parlemanê yên sala 2018'an de ji 12 jinan bûye 113 jin û heta heftiya derbasbûyî, ji nav 117 berbijaran jimare 12 jinan bû, ku nêzîkî rêjeya sala 2018`an e. Ez tekezî li ser rola jinan di piştgirîkirina jinan de, çi bi rêya rêxistinên curbicur, çi bi danîna jinan di lîsteyên hilbijartinê de, bi dengdana ji bo wan û dayîna dengê tercîhî û pêwîstiya handana jinan ji bo namzediyê, dikim."