Rêxistina ‘Çima ew’ piştgiriya mafê jinan dike
Rêxistina bi navê ‘Çima ew’ bi bîr xist ku wê piştgiriya jinan bikin û armanca wan şiyarkirina di warê zagonî de ye ji bo ku jin li hemberî mafên xwe bêdeng nemînin.
XUFRAN EL-RADÎ
Bexda- Endamên rêxistina “Çima ew” dan diyarkirin ku ew ê piştgiriya pirsgirêkên jinan bikin tenê alîkariyê nadin jinan. Şiyarkirina zagonî armanca wan a sereke ye. Rêvebera rêxistina Çima ew Merwa Abdulrazî der barê xebatên rêxistina xwe de ji ajansa me re axivî û got: “Rêxistina me bi awayek sereke alîkariya jinan dike da ku xwe di aliyê rewşenbirî de xwe bi pêş bixin û li ser mafên xwe şiyar bin. Ew jinên ku zehmetî kişandine bêguman em ê mafên wan biparêzin, ji ber cudahiya zagon û şikestina hikumetê li pey hev bicihkirina projeya girîng a ku teybet e bi destxistina mafên jinan sedemek sereke ye.”
Ev rêxistin di sala 2017’an de bi taybetî ji bo şiyariya zagonî û rewşa zagonî ya Iraqê bi taybetî piştî oparasyona rizgarkirina Iraqê ji destên çeteyên DAIŞ’ê û û rewşa ku jinan di dema sîstema çeteyan de derbas kiriye hatiye avakirin.
Armanca rêxistina Çima ew
Merwa Ebdulrazî der barê armanca rêxistina xwe de wiha got: “Riya herî girîng a parastina jinan, fêrkirina mafên zagonî hurguliyên zagona jinan û piştgirîkirina wan e. Her wiha çavdêrîkirina pêşîlêgirtinên li hemberî jinan tên kirin û çalakîkirina ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan di nava gefan de encam dane. Pêşîlêgirtinên mafên zarok û jinan zêde bûne, ji ber ku rola zêde ya rêxistinên jinan û çalakvanan gelek bûyerên tundîtujiyê û destdirêjiyên zayendî di raya giştî de deng vedaye. Her wiha rêxistinê bang li medyayê kir ku dengê jinan rabigihînin. Rêxistinê destpêkê weke tîmek jin dest pê kir û piştre bû rêxistinek fermî ji bo bi destxistina riyên zagonî ji bo karên herêmê. Rêxistinê semîner ji bo bilindkirina şiyariya zagonî û her wiha rahênana jinan ji bo beşdarkirina vê kampanyayê da destpêkirin û daxwaza guherîna zagonan dikin û daxwaza guherîna zagona dadperwer dikin.”
Merwa Ebdulrazî wiha behsa encama karê xwe kir: “Encama karê herêmî yê rêxistinê alîkarî ye ku bingeheke femînîstî heye raya giştî li ser pirsgirêkên jinan kom dike û beşdarî semîner û xwepêşandanan li dijî zagonan dikin ku rêgirî li bihêzbûna jinan di nava civakê de dikin. Têkiliyên bi dezgehên hikumetê beşek ji têgihîştiniyê ye ku dibe sedema guherîna heqîqeta jinan ev jî bi karê rêxistinê û bi projeya hêza jinan ve têkildar e.”