Rewşa tendûristiya endamek RJAK’ê ya dîlgirtî nebaşe

Li gorî agahiyên gihane navenda RJAK’ê tendûristiya endameke wan a ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê ve hatiye girtin nebaşe û timî vedireşe. Rêveberiya RJAK’ê ji bo endamên xwe yên dîl girtî banga lezgîn li hemû rêxistinên jin û mafê mirovan kir.

Navenda Nûçeyan- 5’ê Tebaxê 3 endam û rêveberên RJAK’ê dema ji merasîma salvegera bîranîna şehîdên fermana 74’an a Şengalê vedigeriyan, li asayîşa Kelek a Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin girtin. Ji dema hatine girtin heya niha agahî ji endama meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen ne hatiye girtin. Li gorî agahiyên Rêveberiya RJAK’ê  bi rêya hinek kesan girtine, tendûristiya endameke wan a di girtîgehê de nebaşe û timî vedireşe.
Rêveberiya RJAK’ê bang li rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê û navnetewî, rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî û saziyên eleqeder kir ku ji bo serbest berdana endamên wan bikevin tevgerê.