Rewşa tendirustiya Werîşe Mûradî her diçe xirab dibe

Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ku 18 roj in di girtîgeha Evînê de li dijî zextên rejîma Îranê di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî ya tendirustiyê ber bi xirabûnê ve diçe.

Navenda Nûçeyan- 18 roj in endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî li girtîgeha Evînê li dijî kiryar û zextên rejîma Îranê di greva birçîbûnê ya bêdem de ye.

Li gorî nûçeyên ku di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, tîma bijîşkî ya girtîgeha Evînê ku rojane çavdêriyê li rewşa Werîşe Mûradî dike, diyar kiriye ku di nava 18 rojan de Werîşe Muradî 7 kîlo winda kiriye, tansiyon, mîgren û êşa masûlkeyan pê re derketiye û ji ber vê çendê rewşa wê ya tendirustiyê her diçe xirab dibe.

Hat diyarkirin ku bijîşkan ragihandine ku berdewamkirina greva birçîbûnê metirsiyê li ser tendirustiya wê çêdike û ji ber vê çendê jî daxwaza dawîanîna çalakiyê jê kirine. Lê Werîşe Muradî ev daxwaz nepejirandiye û girtina sirûman jî red kiriye.

Werîşe Mûradî ya endama Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetir e li Girtîgeha Evînê di qawîşa jinan de girtî ye. Roja 10’ê Cotmehê ragihandibû ku ji bo balê bikşîne ser Îrana ku di bin rûpoşa îslama siyasî de her roj mirovan qetil dike û bi darve dike dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, KJAR’ê di 26’ê Îlona 2023’yan de ragihandibû ku roja 1’ê Tebaxa 2023’yan endama wan Werîşe Mûradî bi nasnav Ciwana Sine li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin. Werîşe Mûradî piştî binçavkirinê 2 hefteyan hat girtin û niha li Girtîgeha Evînê tê girtin bi hinceta “endambûna rêxistinê” tê darizandin.