Rewşa Sûriyê ber bi ku ve diçe? – ANALÎZ

Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên kurewî ve ji nû ve tê sererastkirin. Ji bo projeyên xwe yên Rojhilata Navîn a Mezin pêk bînin, yek bi yek dewlet netewan ji holê radikin. Ji Iraqê destpê kirin û îro dor hatiye Sûriyê. Sibe dor tê ser Tirkiyê û Îranê.

XELAT HÊVÎ

Herêma Rojhilata Navîn bûye navenda 3. Şerê Cîhanê. Ferqa wê ya ji herdû şerên berê, taybetmendiya wê ya demdirêj e û ji ber ku ji hebûna qutûban zêdetir, peywendiyên piralî li pêş in. Kî bi kê re di nav tifaqan de ye yan di nav şer de ye, ne diyar e. Kesên ku wek terorîst tên binavkirin, ji aliyê heman aliyê ve wek şirîkê siyasî tên dîtin. Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên kurewî ve ji nû ve tê sererastkirin. Ji bo projeyên xwe yên Rojhilata Navîn a Mezin pêk bînin, yek bi yek dewlet netewan ji holê radikin. Ji Iraqê destpê kirin û îro dor hatiye Sûriyê. Sibe dor tê ser Tirkiyê û Îranê.

Di sergoyên dîrokê de netew dewlet

Bûyerên ku îro li Sûriyê jî diqewimin, parçeyek vî 3. Şerê Cîhanê ye. Rejîma Esed ne îro ket, ji destpêka ‘şoreşa bihara gelan’ ve roj bi roj diriziya û ber bi hilweşandinê ve diçû. Îro jî hêzên desthilatdar dest guhertin. Tenê şensekî xelasiyê li pêşiya rejîma Esed hebû ew jî girtina bi destê Rêveberiya Xweser a ku temsîla gelên Sûriyê dike bû. Ango ger xwe bi hêza gelê xwe re bikira yek, dikaribû xwe ji nû ve ava bike û ji bo welatên derdorê bibe mînak. Lê ji ber ku ev nekir, em îro şahediya hilweşandina wê dikin. Berê Rêber Apo di parêznameyên xwe de anîbû ziman ger dewlet netew xwe di guhertineke bingehîn re derbas nekin, wê yek bi yek herin sergoya dîrokê. Vaye rastiya vê nirxandinê derdikeve holê. Ger Tirkiye û Îran jî bi hêzên dînamîk ên civakî yên demokratîk di hundir ve nebin yek, wê dawiya wan jî wek dawiya Esed be.

Bi salan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel xwe bi xwe birêve dibe

Ji destpêka şoreşa bihara gelan ve gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi avakirina sîstema xwe kirin. Komîn û meclisên xwe ava kirin. Sazî û dezgehên civakî birêxistin kirin. Bi pêşengiya jinan hêzên xwe yên parastinê YPJ û YPG ava kirin. Her pêkhate li gorî rastiyên xwe rêxistin kirin û di bin sîwana QSD’ê de li hemberî hemû êrîşên dagirker vîna xwe parastin. Bi avakirina sîstema rêveberiya xweser xwe bi xwe birêve dibin û her pêkhateyek bi rengê xwe, bi çanda xwe û bi baweriya xwe di nav vê rêveberiyê de cîh digrin. Ango mirov dikare bêje ev çend sal in rejîma Esed li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bê bandor bûye û gel xwe bi xwe birêve dibe.

Bi ketina rejîma Esed re, Sûriye bi giştî ket nav rewşeke nû. Her çiqasî rêveberiya nû ya demkî ya Şamê xwe mîna hêzên rizgarker binav bike jî, di bingehê de tene desthilatiyê dest guhert. Bi awayekî xwezayî ev dihêlê ku gelek pirs derheqê vê rêveberiyê de ji milê gelên herêmê û ji milê jinê û rêxistinên jinan de werin pirsîn. Gelo wê temsîliyeta gelan û baweriyan di nav rêveberiya nû ya Şamê de çawa be? Gelo wê cihê jinê û rêxistinên jinan di nav vê rêveberiyê de li kuderê be? Gelo wê siyaseteke demokratîk, pir alî, ne navendî were meşandin yan wê heman nêzîkatiyên rejîma Baas ya navendî, yekdengî û şofînî bidomin? Gelo wê weke berê sîstemeke serdestiya zilam li pêş be, yan wê asta ku îro jin di welatê me de gihiştiyê were dîtin û li gorî wê nêzîkatî ji vîna jinan re were nîşandan?

Parastin û ewlehiya jinan mijareke jiyanî ye

Ji niha de hin nêzîkatiyên ku ji milê rêveberiya demkî ya Şamê ve derdikevin pêş, ji milê rêxistinên jinan ve metirsî û acisiyan ava dikin. Wek mînak dema jinek xwest bi Ehmed Elşerî re wêne bikşîne, Elşerî jê xwest serê xwe bigre. Ya rastî ev rejîma Îranê ya muhafezekar û sîstema Erdogan a dijminatiya jinê dike, tînê bîra mirov. Di heman demê de gotinên berdevkê rêveberiya demkî ya Şamê Ubeyde Arnaut ku di qenalê Elcedîd a Erebî de dibêje “jin nikarê di nav her erkekî de cî bigre, bi taybetî erka rêveberî ya parastinê nikare bike.” Vê yekê jî wek tiştekî li derveyî rastiya jinê û xwezaya wê binav dike.

Ew gotinek ji rêzê nîne. Ji ber ku ger jin parastina xwe bi hêviya kesekî ve bihêle, ew ê bibe dîla destê koletiya bi her awayî, destdirêjî û bê rumetiyê. Mîna ku em îro em li gelek welatên ku di nav şer de ne dibînin. Jin rastî kuştinê, destdirêjiyê, koçberiyê û her rengê bêrûmetiyê tên. Mîna Filistîn, Afganîstan, Hîndîstan, Ukrayna û gelekên din. Lewma mijara parastin û ewlehiya jinan, mijareke jiyanî ye.

Gelo we dîroka Sûrîyê nexwendi ye?

Ez ji vê rêveberiya demkî ya Şamê dipirsim, gelo we dîroka Sûrîyê nexwendiye? Sûrîye welatekî xwedî dîrokeke kevnar e û civakêk dewlemend e. Ji dîrokê ve jinên Sûrî di nav kar û barên rêveberiya welat de cihê xwe girtine. Di warê rêveberiya siyasî, leşkerî, cîvakî de navê xwe di nav rûpelên dîrokê de nivîsandin. Mîna Zenûbya, Dîdo. Îro bi şoreşa Rojava, di Bakûr û Rojhilatê Sûrî de ew cih gihîştiye lutkêyê. Bi taybetî di warê xwe parastinê de jinan asteke pir bilind derxistine holê.

Ger ku pîvana asta pêşketin û demokrasiyê di welatek de bi asta jinê ve tê nirxandin, em dikarin bêjin gavên ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine avêtin, dikare ji bo sîstema nû ya Sûriyê bibe mînak. Ji ber ku em jin xwedî wê baweriyê ne ku bi lidarxistina şoreşa jinê ve em dikarin bighîjin serkeftina şoreşa gelan jî. 

Jin pêşengiyê ji şoreşê re dikin

Tiştê ku herî zêde bala dinyayê dikşînê ser şoreşa Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê, rengê jinan e ku di her alî de pêşengî ji şoreşê re dikin. Hêzên parastina jinê YPJ bi hêza xwe ya leşkeri, bîrdozî û rêxistinî bû hêviya jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî û bû îlhamek ji tevayî jinên herêmê û dinyayê re. Di heman demê de jinên di her milî de di asta pêşengî de di nav kar û xebatên civakê de bi rengê xwe cî digre. Di warê leşkerî, siyasî, rêxistinî, civakî, hunerî, aborî, perwerdehî û parastinê de dibe sûtunê bingehîn ê reveberiya xweser a demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Jinên ku di nav tevahiya sazî û dezgehên giştî yên rêveberiya xweser de cih girtin, sazî û dezgehên xwe yên xweser ava kirin û ji her milî de bingeha jiyaneke azad ava dikin. Pergala hevserokatiyê ku ji destpêka damezrandina rêveberiya xweser a di Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûrî de wek modêlek tê pêkanîn, bû çeperek ji bo parastina mafê jinan. Her wiha sîstemek demokratîk ya herî pêşketî ye. Wê pergalê, derfetên pir mezin danî ber jinan ku jin û mêr di heman astê de li kêleka hev, ji her alî de berpirsyariya civakê bigrin ser xwe û jin di her qadê de bi rengê xwe tevlî qadên jiyanê bibin. Di heman demê de rê li ber şoreşa hişmendiya civakî vekir. Pêşketinên pir mezin di nav refê jinan de  ava kirine. Jin gihîşt astekê bawerî bi hêza xwe ya cewherî bîne û di warê siyasî, dîplomasî, leşkerî û aborî de ezmûn û destkeftiyên pir mezin bidest xistin. Bi kar û xebata jin û mêr a bi hev re, bû sedem ku mêr jî hêza jinê ji nêz ve bibîne, nas bikê û qîmetê bide vîn û nêrîna jinê. Bi vekirina perwerdeyên taybet ên ji mêran re, derfetê guhertin û veguhertina mêran jî derxistin holê. Tovên demokrasiyê di nav malbatan de, di hêla demokratîkkirina malbatê de çand û astek derxist holê.

Di warê huqûqî û dadwerî de gavên mezin avêtin

Qanûnên jinê ku ji milê desteya jinê ya rêveberiya xweser ve hatin avakirin, di warê huqûqî û dadwerî de gavên mezin dane avêtin. Di heman demê de di hevpeymana civakî de cihê pêwîstî dayîna vîna jinê, di warê avakirina makezagona demokratîk de xwedî girîngiyeke pir mezin e. Pêwîst e di nav makezagona nû ya Sûrî de li berçav bên girtin û li gorî wê makezagoneke nû were pêşxistin. Jinên tekoşer bi pîvanên sinc û bedewî yê zanista jineolojî, riya xwe ronî dikin, bi hest û aqilê jinan zanista şoreşa jinê bipêş dixin û pîvanên zanistî yên hevjiyana azad, zanista netewa demokratîk û civaka azad bipêş dixin.   

Şoreşa Rojava bedêlên giranbuha da

Gelek jinên enternasyonal, cihê xwe di nav Şoreşa Rojava de girtin û gihîştin asta şehadetê. Me bi hezaran şehîd ji hemû pêkhateyên Sûrî wek bedêlên giranbuha dan û hîn jî em didin. Zeyneb Saroxan, Hevrîn Xelef, Malda Kûsa, Alîna Sanchez, Anna Campell, Îvana Hoffmann, Eylem Ateş, Hind Sade, Jiyan Tolhildan, Sorxwîn Rojhilat … û herî dawî sê endamên Kombûna Zenûbya Qemer Elsûd, Îman û Aîşe Ebd Elqadir li Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Bi van bedêlên giranbuha, şoreşa me gihîşt vê astê û jin li derdora nirxên şoreşê kom kirin û bi van nirxan ve girêdan.

Çavkaniya îlhamê ji jinên herêmê û dinyayê re

Destkeftiyên ku jinan di şoreşa Rojava de bidest xistine û hîn têkoşîna xwe didomîne, îro bûye çavkaniya îlhamê ji jinên herêmê û dinyayê re. Bi diruşma ‘Jin Jiyan Azadî’ îro jinên Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen, Sûryan li Bakur û Rojhilatê Suriyê pêşengtiyê ji şoreşa jinan a gerdûnî re dikin. Deskeftiyên jinan, ji bo tevahiya pêkhateyên Sûriyê şanazî ye. Li ser vê bingehê, pêwîst e herkes xwedî li van nirxên şoreşê derkevê.

Di serî de rêveberiya nû ya Sûriyê, divê nêzîkatiyeke cuda nîşan bide. Ger ku hewildanên paşvekişandina asta jinê wek ji nirxandinê Ûbeyîde Arnaût nîşaneya vêya ne, nerîna giştî ya rêveberiya demkî ya Sûrî nebe, pêwîst e bersiv ji vê gotinê re bê dayîn. Ger ku nerîna wî ya takekesî ye, pêwîst e Ûbeyîde Arnaût lêborîna xwe ji jinan, bi taybetî jî jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê bixwaze. Na, ger ev nerîna bi giştî ya rêveberiya demkî ye, pêwîst e ji niha de bizanibe ku ev rêveberiyeke binketî ye. Di serî de jin, ewê gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê wan qebûl nekin û li dijî vê zihniyetê têbikoşin. Ji ber ku  gelê me pir zana bûne û dizanin ku çi dixwazin. Ewê ti car ji şoreşa xwe ya hişmendî û civakî li ser bingeha wekhevî û azadiyê paş de gav navêjin.