Rêwîtiya jinên Sûdanê ya ji bo cihên ewle zehmet derbas dibe

Li Sûdanê ji ber pevçûnan bi milyonan mirov ji cihê xwe bûn. Bi taybetî jinên ku neçar mane ji bajarên xwe derkevin di riyan de bi xeterî û zehmetiyan re rûbûrû ne.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan –Pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn salek zêdetir berdevam dike, hejmara kesên ku ji ber pêvçûnan neçar man ji cihê xwe koç bikin 8 milyon derbas kir. Her ku pevçûn berdevam dike mirov ji bo ji bo cihekî bi ewle bibînin bajêr bajêr cih diguherînin. Bi taybetî jinên ku ji heremekî derbasî heremekê dibin ewlehiya wan a rêwîtiyê nîn e, neçar dimînin bi saetan bimeşin û bi gelek xeterî û zehmetiyan re rûbûrû dimînin.

Jinên ku ji Xertûmê berê xwe dane bajarê Gadarifê ji ajansa me re behsa rêwîtî û jiyana xwe ya zehmet kirin.

‘Em bi saetan meşiyan’

Mamoste Şadia Mohamed Ahmed ku li navçeya Doroşeb a li bakurê Xertûmê dijî wiha got: “Dema ku şer dest pê kir tevî şer û mercên berdewam nedifikirîm ku ez ji mala ku tê de dijîm derkevim. Dema ez li vir bûm êşên pir mezin kişand. Ez ji wir derketim û çûm bajarê Wad Madanî yê parêzgeha El Cezîrê ya li navenda welat, heta ku ket bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn.

 Lê piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li vir kontrol kir, em ji wir derketin û çûn parêzgeha El-Hûşê. Tevî parêzgeh nêzîk bûn jî çûnhatin ne hêsan bû, ji ber ku wesayîd tune bûn em bi meş çûn." Şadia Mohamed Ahmed di berdevamiya axaftina xwe de wiha behsa rêwîtiya ku ji cîhê xwe bûye kir: “Em ji parêzgeha Al-Hush derbasî bajarê Sennarê bûn di şertên asayî de rêwîtî saetek û nîv e lê em di 7 saetan de gihîştin, em ji vir jî derbasî eyaleta Kassala bûn. Em ji bo ku bêhna xwe vedin hefteyek li vir man. Paşê em gihîştin cihê xwe yê dawî, Bendera Sûdanê, li eyaleta Deryaya Sor li rojhilatê welat. Ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê em di nava zehmetiyan de ne.”

'Piştî sê mehên ewil êş girantir bû'

Şadia Mohamed Ahmed di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku zehmetiyên wan ji yên ku di destpêka şer de ji Xertûmê derketin cudatir bû, wiha got: “Ew ji êşa kesên ku piştî mehan terikandin cuda bû. Ji ber ku di heyama ewil de derbasbûna rê ji bo koçberan hêsantir bû ku xwe bigihîjînin cihên dixwazin. Wesayîd hebûn. Piştî sê mehên ewil êş girantir bû. Bi taybetî piştî ku pir hatin girtin mirovên ku ji cihê xwe bûn neçar man riyên cuda bibînin.”

'Cihê ku em gihîştinê jî nebaş bû'

Hemşîre Sohînda Elî rêwîtiya koçkirina ji Xertûmê ber bi bajarê Gadarif ê li rojhilatê welat gelek dijwar nirxand Sohînda Elî û wiha pê de çû: "Tişta ku êşa me zêde kir ev bû ku zarokên min li cem me bûn û pereyê me tunebû” û destnîşan kir ku dema hatin bi dîmenek nexweş rê rûbûrû mane.

‘Bi malbata xwe ya ku ji 7 kesan pêk dihat re ji paytextê derketim’

Hîkme Ebdulrehman diyar kir ku jiyana wan a beriya destpêkirina şer êdî ji wan pir dûr e û wiha behsa serpêhatiya xwe ya koçberiyê dike: “Ez bi malbata xwe ya ku 7 kesan pêk tê re ji paytext Xartûmê derketim û beriya ku bikeve destên Hêzên Piştgiriya Lezgîn em derbasî bajarê Van Medenî bûn. Em ji Van Medenî jî derketin û derbasî bajarê Gadarîf bûn û ketin dibistanek ku koçber lê dimînin. Em hêvî dikin ku rewşa welatê me baş bibe û her kes bizivire malên xwe."

‘Ez di dibistanek de dijîm’

Kevser Ehmed a ku ji herêma Bûriyê ya li navenda paytext Xartûmê çûye bajarê Gadarifê jî xwedî çîrokeke wiha ye. Kevser Ehmed diyar kir ku bi alîkariyan hatiye heya vir û heya ku xwe gihandiye dibistanê çend wesayîd guhertine û wiha got: “Ez niha li dibistaneke ku mirovên ji cihên xwe bûne lê dimînin dijîm. Şer berdewam dike em di bin şert û mercên pir dijwar de dijîn.”