Rêveberiya Xweser roja 8’ê Adarê kir betlaneya fermî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja şemiyê 8'ê Adarê kir betlaneya fermî.

Navenda Nûçeyan – Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê biryarnameyek ragihand. 

Di biryarnameyê de wiha hat gotin: "Ji bilî saziyên ku pêdiviya wan bi karê rojane heye, tevahî daîre û saziyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Şemiyê 8’ê Adarê dikin betlane."