Rêveberiya Xweser li dijî êrîş û gefan daxuyanî da
Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê daxuyanî bi dirûşma "Guhertina demokrafîk û bicihkirina kesên ne xwediyên axê, sûceke li dijî gelên herêmê û dîroka wan" da.

Şehba- Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên ku rojane li ser herêmê tên xwarin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hemû endamên saziyên herêmên Şehba û Efrînê amade bûn, alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan. Her wiha pankartên bi sernivîsa “Tirkiye axa me talan dike zarok û mezinên me dikuje” hatin hildan. Daxuyanî li wergeha Berxwedan a Kantona Şehbayê hat dayîn û ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerdeyê Bêrîvan Xelîl ve hat xwendin û wiha hat gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker bi gefên xwe dijminatiya xwe ya li dijî ax û gelê Sûriyeyê bi taybetî gelê Kurd didomîne. Bi armanca dagirkirina zêdetir ji axa Sûriyeyê û wêrankirina herêmên mayî baregehên leşkerî ava dike û gefan li sivîlên ku bi darê zorê ji herêmên ku aliyê Tirkiyeyê ve hatine koçberkirin dixwe.
Tirkiye hewl dide ji mijûlbûna cîhanê ya bi şerê Rûsya û Ûkraynayê, sûdê bigre û bi hewldana kiryarên tundtir li ser xaka Sûriyeyê bala dengdêrên Tirkiyeyê ji krîza aborî û demokratîk dûr bixe. Bi hinceta avakirina herêmên ewle, bi vegerandina penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê û bicihkirina wan li welatekî ku ne warê wan e, herêmên ewle yên ku dewleta Tirk a dagirker îdia dike dê veguherin herêmên teqîner û her dem alozî di hundirê Sûriyeyê de hebe. Ji bo ku dagirkeriya Tirkiyeyê piştgirî û çekdarkirina rêxistinên terorist dabîn bike û wan ji bo pêkanîna siyaseta xwe ya berfireh û tawankar bi kar bîne vê yekê dike.
Dagirkirina Til Rifet û Şehbayê tê wateya vekirina rê li ber dagirkirina Helebê ku paytexta aborî ya Sûriyeyê ye. Hewldana Tirkiyeyê ji bo vejandina peymana milî tevî ku bibe sedema karesateke mirovî û koçberkirina zêdetirî sed hezar kesên ku bi darê zorê ji axa xwe koçber bûne. Tirkiye dixwaze aloziya li Sûriyeyê berdewam bike, ji ber wê divê gelên li Sûriyeyê li dijî van êrîş û polîtîkayan bisekinin.
Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya navneteweyî û rêxistinên ku bi daxuyanî û helwestên şermok ên ne li gorî erkên li ser milên wan ên qanûnên navneteweyî razî ne. Li gorî hesasiyeta qonaxê, nemaze ev gefên ku aştî û ewlehiya herêmê û navneteweyî dixin xeteriyê.
Daxiyanî bi dirûşma “Şerm e ji bo dewleta Tirk a dagirker” û “Bijî berxwedana Efrîn û Şehbayê” bi dawî bû.