‘Rêveberiya Xweser a Rojava, mifteya çareseriya gelê Kurd e’

Çavdêrê siyasî Hewjîn Şehîd Faxreddîn rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û girîngiya yekrêzî û yekdengiyê di piştgiriya gelê Rojava de nirxand û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Rojava, mifteya çareseriya gelê Kurd e.”

NERMÎN EHMED

Silêmanî – Êrişên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî bi hezaran Efrîniyên ji ber êrişên dagirkeriyê koçber bûbûn cara dûyemîn neçar man koçber bibin û ji Til Rifet û Şehbayê berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser. Êrişên li ser herêmê û berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê yê li dijî êrişan didome. Di rewşa heyî de ev yek tê pirsîn: Dê çarenûsa gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê çawa be û di vê mijarê de erk û berpirsiyariya aliyên din çi ne?

Derbarê mijarê de Çavdêrê siyasî Hewjîn Şehîd Faxreddîn axivî.

‘Têkoşîna sedsalî ya gelê Kurd û lêgerîna azadiyê’

Hewjîn Şehîd Fexreddîn balê dikişîne ser têkoşîna bi sedsalan a neteweya Kurd û hewldanên wan ên ji bo bidestxistina azadiyê û vê yekê ji bo hemû mirovahiyê weke nirxekî pêwîst dibîne. Hewjîna Şehîd Fexreddîn got: "Neteweya Kurd di dirêjahiya dîrokê de bûye hedefa êrîşên dewletên herêmê û hêzên derve û bûye çar parçe. Lê belê Kurd ji bo bidestxistina serxwebûna xwe û jiyaneke bi rûmet têkoşîna xwe berdewam kirin."

‘Divê hemu gelên herêmê û Kurd bibin yek’

Hewjîn Şehîd Fexreddîn bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û got: "Em niha di qonaxeke krîtîk de ne û Kurd li Rojavayê Kurdistanê rûbirûyê krîzeke mirovî, siyasî û leşkerî bûne. Ji ber vê yekê divê hemû gelên herêmê û gelên herêmê ji bo derbaskirina vê krîzê bibin yek û bi hev re tevbigerin. Bi taybet jin bi krîzeke mirovî, siyasî û leşkerî re rû bi rû ne. Lewma divê gelê Kurd, hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û gelên cîhanê piştgiriyê bidin me. Divê hemu gelên cîhanê bibin xwedî heman helwest.”

‘Gelê Rojavayê Kurdistanê pêşengiya şoreşekê ku nimûneya wê nîne kir’

Hewjîn Şehîd Fexreddîn bal kişand ser pergala Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û anî ziman ku ev encama berxwedan û têkoşîna gelan e. Hewjîn Şehîd Fexreddîn wiha domand: “Gel bi yekîtiya xwe li van herêman, têkoşîna azadiyê û şoreşekê ku li tevahiya cîhanê nimûneya wê nehatiye dîtin raaber kirin. Li dijî hêzekî mîna DAIŞ’ê rawestiyan. Dewleta Tirk a dagirker jî dixwaze demorafya herêmê biguherîne û ji bo qirkirinê li ser gelê me pêk bîne hewl dide.”

‘Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, nifteya çareseriya gelê Kurd e’

Hewjîn Şehîd Fexreddîn bal kişand ser rola siyasetmedaran a derbarê rewşa li Rojavayê Kurdistanê û wiha pêl da axaftina xwe: “Divê ji bo guhertina vê rewşê em tevbigerin. Ji ber ku dewletên emperyalîst ên mîna DYE, Îsraîl, Îngîltere hewl didin demografya Rojhilata Navîn biguherînin. Divê gelê Kurd bizanibe ku tu dewletên hegemon ne dostên me yên mayinde ne. Di vê rewşê de divê em bi aqilane tevbigerin û têkiliyên di navbera partiyên siyasî de li gor serkeftina gelê Kurd saz bikin. Pergala rêveberiya xweser a li Rojavayê Kurdistanê mifteya çareseriyê ya gelê Kurd e û em bi zirerekê herî kêm dikarin van krîzan derbas bikin.”

Li hemberî pirsgirêka Kurd bêdengiya saziyên navnetewî 

Hewjîn Şehîd Fexreddîn axaftina xwe wiha bidawî kir: “Di dema pêngava 16 rojan a li dijîi tundiya li ser jinan zêde dibe de, tiştên ku em li rojava dibînin ne tenê tundiya li ser jinan e. Tundiya li ser mirovahiyê ye. Dewleta Tirk şev û roj êrişî Rojavayê Kurdistanê dike. Lê di vê demê de saziyên navnetewî li hemberî tiştên ku li ser gelê Kurd tê kirin bê deng in. Ne diyar e ku dê ev şer pêşerojê de derbasî sînorên Tirkiyê, Iraq û Îranê bibe yan na.”