Rêveberiya Xweser 13 zarok 2 jinan radestî Îspanyayê kirin

Şandeya wezareta karên derve ya Îspanyayê serdana Rêveberiya Xweser ya Bakurû û Rojhilatê Sûriyeyê kir. 13 zarokên ku malbatên wan DAIŞ’î ne û 2 jinên DAIŞ'î radestî Îspanyayê kir.

Navenda Nûçeyan- Baroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Îspanyayê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Îspanyayê Guillermo Anguera duh ji aliyê cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El Giêt, endamê Desteya Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm, endama Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Lana Hisên û nûnera Desteya Jinan Huweyda Mihemed Selîm Mihemed ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa siyasî ya Sûriyeyê, pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê rewşa mirovî, aborî û ewlehiyê ya herêmên Rêveberiya Xweser nirxandin.

‘Banga diyalogê’

Daxuyaniya ku bi îmzeya Baroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fener El Giêt hat weşandin de banga bingeha pêkanîna ewlehiyê û çareseriya siyasî û parastina yekitiya Sûriyeyê bi diyalogê kir. Her wiha destnîşan kir ku yekitiya Sûriyeyê bi derxistina dagirkerên Tirk ji Sûriyeyê û bidawîkirina kiryarên dewleta Tirk li hemberî nasnameya Sûriyeyê û Sûriyeyiyan dest pê dike.

Fener El Giêt di daxuyaniyê de wiha got: “Nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyeyê li dijî berjewendiyên Sûriyeyê ye, nexasim piştî ku Tirkiyeyê şer teşwîq kir, axa Sûriyeyê dagir kir. Girtina deriyê Til Koçer (Yarûbiye) li ser aborî û rewşa mirovî ya herêmê bi awayekî neyînî bandorê dike û ev biryar li hemberî Sûriyeyan neheqiyek e.”

Teslîmî Îspanyayê kirin

Şêwirmend Guillermo Anguera jî spasiya rêveberiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir, ji ber ku ewlehiya herêmê diparêzin û şerê DAIŞ`ê dikin. Her wiha destnîşan kir ku Îspanyayê destekê dide Rêveberiya Xweser di hemû aliyên mirovî, ewlehî û aborî de.

Hat ragihandin ku di dawiya hevdîtinê de 2 jin û 13 zarokên çeteyên DAIŞ'ê li gorî belgeyên fermî di navbera her du aliyan de, radestî Îspanyayê hatine kirin.