Rêveberiya cîhadîst a HTŞ’ê û hilbijartinên parlementoyê ya Sûriyeyê

Piştî ku li Sûriyeyê rejîma Beasê hilweşiya, Heyet Tehrîr el-Şam rêveberiyek demkî ya ku jinan û komên cuda yên civakî hedef digre ava kir. Rewşa heyî nîşan dide ku di bin rêveberiya cîhadîst û hişk de welat ber bi rojên tarî ve diçe.

Navenda Nûçeyan – Cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam ên ji aliyê Tirkiyeyê ve destekê dibînin, piştî ku hatin ser  rêveberiya Sûriyeyê pergaleke ku jinan û komên cuda yên civakê veder dikin û hedef digrin ava kirin.

27’ê Mijdara 2024’an, Heyet Tehrîr el-Şam ya berdewamiya El Qaîdeya berê û beriya çend salan weke Eniya El Nusra dihat binavkirin; ji Şam, Îdlib û Efrînê derket rê, bajarên Şam û Helebê dagir kir. Tê zanîn ku di vî warî de ji hinek yekîneyên parastinê yên Tirkiye û Îngilîz destek girtiye. Vê yekê dawiya rejîma Beasê ya ku 61 sal domiya û ketina rêveberiya Esed a 50 sal domiya, rêveberî ket destên Heyet Tehrîr el-Şam ku di navbera komên cîhadîst de rêveberiyek antîdemokratîk ava kiriye.

Vê koma ku kontrola Şamê girt destên xwe, polîtîkayeke navendî ya ku hevgirtiyên Sûriyeyê nas nake meşand û di nava salek de bîrdoziya şerîet û cîhadîst zêdetir kir. Li dijî civakên Elewî û Durzî, komkujiyan kir, hewl da Kurdan tune bihesibîne, jinan û cudahiyên civakî ji nedîtîve hat û bîrdoziyeke ku jinan veder dike, direvîne û tecawizê meşrû dike ferz kir. Vê rewşê, di nava gel de bû sedema nîqaşên meşrûiyetê.

Rêveberên hikumeta demkî ji kesên li dijî jinan sûc kirine pêk tên

Hikumeta demkî ya ji aliyê Heyet Tehrîr el-Şam ve hatiye avakirin ji serokên komên ku li dijî jinan sûcan kirine pêk tê. Di çarçoveya zagonên şerîetê de ji bo jinan astengî û qedexeyan zêde kir, di rêveberiyê de tenê jinek ku xwedî rayeyên bi sînor e heye.

Makezagona demborî ya hatiye erêkirin, bendên ku demokratîk nîn in di nava xwe de dihewîne, mafên jinan asteng dike û yekbûna axa Sûriyeyê nas nake. Wezaret, ji aliyê kesên ku li dijî Êzdiyan sûcên komî kirine tên birêvebirin; hinek ji wan li Mûsilê jinan di qefesan de şewitandine, li bazaran firotine û sûcên hovane kirine.

Her wiha ji sûcên li Kobanê, Reqa, Efrîn, Serêkaniyê û Dêrezorê hatine kirin berpirsyar in. Kesê ku tiliya wî di kuştina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef de ye jî di rêveberiya demkî de ye.

Vê rewşê polîtîkayên şîdeta li dijî jinan û qirkirina li ser civakê nîşan dide û diyar dibe ku rêveberiya Heyet Tehrîr el-Şam dişibe rejîma Beasê û dibe ku heman aqubetê bijî.

Li Sûriyeyê tê plankirin ku hilbijartinên parlamentoyê, di bin çavdêriya rêveberiya demkî de 5’ê Cotmeha 2025’an pêk werin. Hilbijartin bi awayê ku ji 210 kursiyan bibe talibe 131’ê tê lidarxistin. 70 kursî jî dê ji rasterast ji aliyê Ahmed el-Şara (Ebu Muhammed el-Culanî) ve werin tayînkirin.

Vê tayînkirina rasterast, ji meşrûyeta demokratîk bêpar e, dibe sedem ku ji sê yeka perlamentoyê bêyî hilbijartin were diyarkirin û der barê nûnertiya siyasî û meşrûbûna hilbijartinan ve fikarên mezin çêdike.

Li hinek herêman, mînak li Hesekê û Reqayê ku zêdetirê şêniyên wan Kurd in û li Suweydayê ku Durzî lê dijîn, bi hinceta ewlehiyê dê hilbijartin çênebe. Hinek çavkanî, diyar dikin ku li van herêman dê bi dizî hinek serokên eşîretan tevlî pêvajoyê bikin. Bi vê yekê Kurd û jin ji pêvajoya siyasî ji derve tên hiştin.

Her çendî nûnertiya jinan a li parlamentoyê weke ji %20 hatibe diyarkirin jî ji bo namzediyê astengiyên mezin hene. Mînak li Minbicê ku di bin kontrola hêzên bi piştgiriya Tirkiyeyê de ne tu namzedeke jin tune ye. Li Derayê 50 jinan serlêdan kirine 300 namzedên mêr hene û zêdetirî wan ji komên cîhadîst in. Li Îdlib û Ezazê serlêdanên namzedên jin gelek caran tên redkirin; gef li jinan tên xwarin û ji wan re dibêjin: “Tu yê di navbera ewqas mêran de çi bikin? Vegera mala xwe yan jî ji tiştên bibin em berpirsyar nîn in.”

Peyama jinek ku hatiye vederkirin

Jinek ku ji Hemayê hatiye vederkirin di peyama xwe de wiha dibêje: “Belê, ez dixwazim di lijneya hilbijartî de bim û dixwazim di Meclîsa Gel de bibim namzed! Ne ji bo berjewendiyeke siyasî bi hesta berpirsyariya ji bo welatê xwe û xizmetê. Di çar salên ku li Hemayê li surgunê mam de, bûm dengê kesên ku hatine binçavkirin û windakirin. Di gelek platformên navneteweyî de li ser navê welatê xwe min nûnertiyê kir. Derxistina navê min ji lîsteya hilbijartinê min şaşewaz kir û hinceta vê yekê nehat gotin. Weke gelek kesan navê min jî dawiyê ji lîsteyê hat derxistin. Ez difikirim ku ev pêkanîneke bêdad e. Ez hemû hevalên xwe vedixwînim ku ji bo daxwaza mafên me û bikaranîna mafên me yên zagonî bi min re bikevin têkiliyê.”