Rêvebera HPC-JIN: Gotegotên ku dibêjin zirgan vala bûye ne rast in
Rêvebera Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-JIN) Meryem Qasim a ji navçeya Zirganê ye û 5 sal in xebatên parastinê dike, der barê rewşa navçeyê û êrîşên dagirkeriyê de axivî.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Li dijî êrîşên dagirkeriyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her kes xwe bi çek kiriye û ji bo parastina ax û rûmeta xwe di tevgerê de ne. Di heman wextê de jî Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-JIN) li navçeya Zirganê ya girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên êrîşên nû ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve di tevgerê de ne. Têkildarî vê mijarê jî Rêvebera Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-JIN) Meryem Qasim a 44 salî axivî û helwestê xwe li hember êrîşan anî ziman.
"Gotegot ne rast in"
Meryem Qasim got ku ruxmî êrîş û topbaranên rojane navçeya Zirganê pê re rû bi rû dimîne gel li ber xwe dide û wiha domand: "Navçeya Zirganê pir zêde hatiye topbarankirin her wiha sazî û navendên ku xizmeta civakê dikirin hatine topbarankirin, li kêleka malên sivîlan hatin hilweşandin û zirar dîtine. Di heman wextê de sivîl zarok û jin birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dane. Ruxmî vê hovîtiyê jî gel li vir hene û li ber xwe didin. Agahiyên ku tên belavkirin Zirgan vala bûye ne rast in, armanc bi vê agahiyê valakirina herêmê û şerê taybet dana meşandin e. Toparan çêdibe, saetekê dirêj dike lê wekî din her tişt vedigere wekî berê û em jiyana xwe ya normal berdewam dikin û di sazî û navendên xwe de xizmeta gelê xwe dikin. Gel li kolanan in, li firoşgehên xwe ne û ew kesên ku agahiyên ne rast belav dikin armanca wan tevlehevî ye û dixwazin tirsê ava bikin."
"Kurê min li Serêkaniyê cane xwe da ger hewce bike ez ê jî li Zirganê canê xwe bidim"
Meryem Qasim da xuyakirin ku ew wekî dayika Ş.Baran wê dest ji çek û soza wî bernede û rê nede dagirkeriyê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Kurekî min li Serêkaniyê di êrîşên Cotmeha 2019'an de canê xwe da û xwe kir qurban ji axa wê re. Ez jî wekî dayika wî şehîdî li vir parastina axa Zirganê û civaka xwe dikim. Ji ber ku îro em ê soza wan dabû pêk bînin û doza wan bigihîjînin serî. Temen ji parastinê re tune ye, em ê bi vî temenê xwe li pişta şervanên xwe bin. Şervanên me li eniyê em jî di hundirê bajêr de parastinê dikin. Ev der axa me ye, welat welatê me ye û tiştekî dagirkeran li cem me tune ye."
"Jin li ku derê bin dive destên xwe bidin hev û şoreşa xwe biparêzin"
Meryem Qasim bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: "Îroj roja me ye divê ji zarokan heya jin û dapîran rabin ser piyan û bêjin na ji dagirkeriyê re. Heya ku dilopek xwîn di bedena me de hebe, em ê wekî dayikên şehîdan li ber xwe bidin. Îro roja man û nemanê ye divê her kes rabin ser piyan. Jin li ku derê bin divê destên xwe bidin hev û şoreşa xwe biparêzin."