Rêvebera Girtîgeha Heratê Aila Arefî winda bû

Hat ragihandin Aila Arefî ya 45 salî ku li Herat a rojavayê Afganîstanê bi salan erka miduriyeta girtîgehê dikir, pêşî ji bo kar hat gazî kirin û piştre winda bû.

Navenda Nûçeyan- Rêvebera girtîgeha jinan a li Herat a rojavayê Afganîstanê Alia Arefî ya 45 salî, beriya du hefte telefonek ji kesek nenas girt. Tê diyarkirin ku piştî Alia Arefî herî dawî bi xwişka xwe Rukhshana Media re hevdîtin pêk anî, piştî demeke kurt winda bû. Her wiha tê ragihandin ku Alia Arefî ji meha Tebaxê û vir ve, ango ji heta Talîbanê ya desthilatdariyê ve, nikariyê vegere ser karê xwe.
Hat diyarkirin ku Alia Arefî ya ku di Girtîgeha Jinan a Heratê de bi nasnava serdarî dixebitî, heta hatina Talîbanê 15 sal in li ser karê xwe bû. Tevî ku malbata wê serî li rayedarên Talîbanê daye jî, heta nîha ji Aila Arefî tu agahî nehatine girtin.
Malbat, diyar kir ku Aila Arefî herî dawî ji aliyê Talîbanê ji bo vegere ser karê xwe telefonek wergirtiye, piştre çûye pêşiya avahiya girtîgehê û bine îhtimala ku ji wir hatiye revandin xez dike.