REPAK li Silêmaniyê 16’emîn salvegera xwe pîroz kir

Rêxistina REPAK di çalakiya salvegera xwe ya 16’emîn de banga xurtkirina hevkariyên jinên cîhanî kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna ji bo azadiyê bê navber bidomînin.

Silêmanî – Rêxistina REPAK 16’emîn salvegera xwe bi çalakiyekê pîroz kir. Di çalakiyê de bal hat kişandisandin ser têkoşîna rêxistinê û banga avakirina hevkariyên jinên cîhanî û yekkirina hewildanan li çar aliyên Kurdistanê hat kirin.

Armanca sereke: Bilindkirina hişmendiya jinên kurd

Rêxistina Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) îro salvegera xwe ya 16’emîn pîroz kir. Di pîrozbahiyê de Endama Desteya Rêveberiyê ya Rêxistinê Zahra Fatima Kaşan axivî û tekez kir ku armanca sereke ya rêxistinê ew e ku hişmendiya navneteweyî ya jinên Kurd bilind bike û hêz û biryardariya wan nîşan bide. Her wiha wê diyar kir ku rêxistin ji roja damezrandina xwe ve ji bo rizgariya jinan têkoşîneke bênavber dimeşîne.

‘Doza jinan ji berjewendiyên partîkî zêdetir e’

Zahra Fatima Kaşan diyar kir ku REPAK armanc dike bi rêya hevrêziya bi partî û rêxistinên curbecur ên li hundir û derveyî Kurdistanê re, têkoşîna jinên Kurd û gelê Kurd xurt bike. Wê tekez kir ku rizgariya jinan û doza Kurd ji hemû berjewendiyên partîkî û îdeolojîk derbas dibe.

Pêşniyarên nû yên rêxistinê

Zahra Fatima Kaşan bal kişand ser pêşîniyên niha yên rêxistinê û ev tişt anîn ziman: “Avakirina hevkariyê bi tevgerên femînîst ên li çaraliyê cîhanê re. Yekkirina hewildanan li çar parçeyên Kurdistanê ji bo bidestxistina azadî û serxwebûna aborî. Têkoşîna li dijî tundiya ku li ser jinan tê kirin. Xurtkirina yekîtiya neteweyî.”

Sînevezyon û rûniştina diyalogê

Di nava bernameya salvegerê de sînevezyonek hate nîşandan ku qonaxên damezrandina REPAK’ê vedihewîne. Di sînfezyonê de girîngtirîn qonaxên sala borî û çalakiyên rêxistinê wekî organîzekirina konferans, semîner û çalakiyên curbecur hatin destnîşankirin.

Çalakî bi rûniştineke diyalogê ya vekirî bi dawî bû. Di vê rûniştinê de beşdaran rola rêxistinê û pozîsyona wê ya girîng di nava tevgera jinên Kurd de anîn ziman.