Remziye Mihemed: Serkeftin bi felsefeya Rêber Apo mayinde dibe

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed kar û xebatên Komîteya Azadiya Serokatî ya di 9’emîn civata Kongra Star de biryara wê hate girtin nirxand û got: “Ev komîte wê yek ji gavên me yên sereke ji bo azadiya Rêber Apo be.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Mîmarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de têkoşîneke mezin ji bo doz, maf û azadiya jin û civakê dide meşandin ku ev têkoşîn derbasî sala xwe ya 25’emîn dibe. Jinên azadîxwaz ên bi fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêxistin û artêşa xwe mezin kirine, ji bo azadiya wî di nav tevgerê de ne. Rêxistina Kongra Star di 9’emîn civata Kongra Star de ku di 15’ê Kanûnê de hatibû lidarxistin biryara avakirina Komîteya Azadiya Serokatî girtin. Ev komîte hemû kar, xebat û çalakiyên xwe dê bike xizmeta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed kar û xebatê Komîteya azadiya serokatî nirxand û bi me re parve kir.

Siyaseta dewleta Tirk a qirkirinê

Remziya Mihemed behsa komploya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye meşandin kir, her wiha tecrîda girankirî ya niha li Îmraliyê tê kirin nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em niha derbasî 25’emîn saliya komploya navnetewî û tecrîda ku li ser Rêber Apo hatiye meşandin dibin. Di nava van salên dirêj de neheqiyeke mezin li ser Rêber Apo hate kirin, kesayetekî ku ji bo aşîtî, mirovahî û azadiya civakê ewqas ked daye cihê wî ne Îmraliye. Dewleta tirk bi kiryarên xwe yên qirêj li dijî Rêber Apo siyaseta qirkirinê bikartîne. Qutkirina mafê dîtina malbat û parêzeran destnîşaniya kîna dewleta tirk a faşîst li dijî azadî û demokrasiyê diyar dike. Hemû mafên jiyanî û hiqûqî li ser Rêber Apo hatine qutkirin, her wiha dewletên ku bi mafê mirovan bang dikin bi erka xwe ranabin. Rojane tecrîda girankirî li ser Rêber Apo didin meşandin. Yek ji armancên tecrîdê ew e ku hêza demokrasiyê hilweşînin, ew çiqas xebatên xwe di astên jor de li dijî vê sîstema demokrasiyê bikartînin nagêhêjin armancên xwe û dê her serkeftina azadiyê bi felsefeya Rêber Apo mayinde dibe.”

Armanca komîteyê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd e

Remziya Mihemed bal kişand li ser avakirina Komîteya Azadiya Serokatî û xebatên wê û wiha pê de çû: “Weke pilansaziya rêxistina me ya Kongra Star ku di 9’emîn civata Kongra Star de di 15’ê Kanûnê de hatibû lidarxistin biryara avakirina Komîteya Serokatî hate girtin. Ev komîte wê yek ji gavên me yên sereke be ji bo azadiya Rêber Apo ji ber jin xwedî eleqedariyeke xurt e bi fikir û ramanên Rêber Apo re û ji bo azadiya wî di nav têkoşînê de ye. Ev komîte erka wê ye di hemû qanûn û çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo de xwedî sekneke xurt be û dikare diha zêdetir têkoşîna azadiyê bide meşandin. Wê têkiliyên me bi komîteyên giştî re li ser asta Rojhilata Navîn hebin û em ê bi hev re xebatên xwe bidin meşandin. Da ku bi rastî jî em berê xwe bidin azadiyeke mayinde ji bo Rêber Apo. Komîteya me niha di pêvajoya xwe birêxistinkirinê de ye, em niha di asta berhevkirinê û têkiliyan de ne da ku em bikaribin xebatekî baş bidin kirin.”

‘Em ê bi felsefeya azadiyê xebatên xwe bidomînin’

Remziya Mihemed destnîşan kir li ser giştî xebatên jinan derbarê valaderxistina komploya navneteweyî de û wiha bi dawî kir: “Der barê valaderxistina komployê de weke Kongra Star em di nav amadekariyan de ne û ji 4’ê Sibatê ve me dest bi çalakiyên pêngava xwe kiriye. Dewletên ku destê wan di komployê de heye bûn sedema gelek aloziyên ku bi serê mirovan de hatine.  Ji bo wê her çiqas em weke civak hevgirtî bin wê tu hêz nikaribe îradeya me bişkîne. Mafê Rêber Apo û hemû civakan heye ku aram bijîn û em ê di ast û baweriya vê felsefeye de xebatên xwe bidomînin.”