"Rejîma Baasê hewl dide Sûriyeyê vegerîne beriya 2011`an lê ev yek ne pêkan e"

Endama Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ronahî Kenan destnîşan kir ku rejîma Baasê her ku diçe aloziya li Sûriyeyê mezintir dike û dixwaze çareseriyên ku pêk hatine têk bibe.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Rejîma Sûriyeyê ji destpêka aloziya Sûriyeyê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve helwestên tund li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide. Tuhmetên parçebûn û serxwebûna ji axa Sûriyeyê li hembeîr Rêveberiya Xweser bi kar tîne. Ji aliyekî din ve jî herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk û Opozîsyona Sûriyeyê de yên weke Bab, Cerablûs, Ezaz, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî hene lê rejîma Sûriyeyê bi tu şêwazî balê nakşîne  ser herêmên dagirkirî. Berovajî her tim Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku zarokên wê yên ji pêkhatiyên cuda xwe bi rêve dibin, dike rojev. Endama Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kobanê Ronahî Kenan der barê vê mijarê de ji me re axivî.
"Rejîma Sûriyeyê bi îsrar hişmendiya xwe dimeşîne"
Şoreşa Sûriyeyê di 15`ê Adara 2011`an de dest pê kir lê piştî demeke kurt şoreş ji rê derket û veguherî aloziyê ku heta roja îro didome. Ronahiyê di destpêka axaftina xwe de rewşa bi aloz nirxand û got: "Aloziya li Sûriyeyê 11 sal li pey xwe hişt lê em dibînin her ku diçe rewşa Sûriyeyê aloztir dibe. Em dem bi dem daxuyanî û helwestên rejîma Baasê dibînin lê weke her car ew gefan li Rêveberiya Xweser û QSD`ê dixwe. Rejîma Baasê di hişmendiya xwe de bi îsrar e, ji ber vê em dibînin tevî ku ewqas komkujî, koçberî û wêranbûn çûbûn jî heta niha tu guhertin di vê aloziyê de çênebûye. Em şaş dimînin ku heta vê kêliyê jî rejîma Sûriyeyê ya nijdarperest xwedî li tu pêkhateyên cuda yên li ser vê axê dijîn, derneketiye. Ew behsa yekitiya gelan û pir neteweyan dike lê rastiya van gotinan di pratîkê de me nedît. Rewşa Sûriyeyê li ber çavan e û tê zanîn, Opozîsyona Sûriyeyê veguheriye komên terorê û xizmeta dewleta tirk dike. Rejîma Sûriyeyê jî di alozî û tengasiyeke mezin de derbas dibe, ew li şûna ku çareseriyê ji welatê xwe re bibîne, berjewendiyên hêzên derve bi cih tîne."
"Rêveberiya Xweser ji hemû aliyan ve serkeftina xwe îsbat kir"
Di nava aloziya Sûriyeyê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya pêkhateya Kurd şoreşek di 19`ê Tîrmeha 2012`an de li dar xistin. Ev herêm ji aliyê pergala Rêveberiya Xweser ve ku xwe dispêre bîrdoziya Neteweya Demokratîk ve xwe bi rêve dibin. Ronahî Kenan di domandina şîroveyên xwe de bi van gotinan bal kişand ser pergala Rêveberiya Xweser: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bermahiyên şer û aloziya pêkhatî pergala Rêveberiya Xweser hat avakirin. Tevahî pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn xwe di bin sîwana vê rêveberiyê de birêxstin kirin, saziyên xwe yên cur be cur ava kirin û jiyana bi ewle afirandin. Ji lewre heger em hevrûkirinek di navbera pergalên li Sûriyeyê heyî de çêbikin, em ê bigihîjin encameke wiha ku Rêveberiya Xweser îsbat kir ku çareseriya vê aloziyê bi pergala Neteweya Demokratîk de pêkan e. Ji ber vê rejîma Sûriyeyê bi rêbazên cur be cur dixwaze vê pergalê têk bibe û Sûriyeyê bixe bin serweriya xwe. Lê Rêveberiya Xweser ezmûnên gelek dijwar derbas kir ku ji tevahî cîhanê re teqez kir, ev model çareseriya tevahî aloziyan e. Her wiha hêzên QSD`ê ku ji tevahî pêkhateyên li herêmê pêk tên, nîşan dan ku ew dikarin vê axê biparêzin û tevahî êrîşan têk bibin."
"Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi destên zarokên wê pêkan e"
Ronahî Kenan da zanîn ku ji destpêka avakirina pergala Rêveberiya Xweser ve di 2014`an de, ew rastî komplo û êrîşên hêzên navxweyî, herêmî û navneteweyî tên û di dawiya axaftina xwe de çareseriya aloziya Sûriyeyê wiha anî ziman: "Êrîş ji gelek aliyan ve li ser Rêveberiya Xweser hene, ji ber vê bi taybetî rejîma Sûriyeyê di her derfetê de bûyerek derdixe. Di meha borî de hewl da hinek êlên Dêrezor û Reqayê bixapîne û bikşîne aliyê xwe. Lê gelên herêmê êdî di zanebûna hemû bûyeran de ye, ji ber vê ew li dijî tevahî êrîşan xwedî helwest in. Êdî her kes di vê baweriyê de ye ku Sûriye venagere beriya 2011`an. Di tevliheviya ku li Hesekê çêbû de rejîma Sûriyeyê yekser gef li hêzên QSD`ê xwar her wiha bendên xwe yên kontrolê  yên li Reqayê vala kirin û çarenûsa gelên li wê herêmê ji şaneyên DAIŞ yên razayî re hiştin. Ev yek jî planek e, ji bo ku hêzên QSD`ê bixin nava tengasiyeke mezin û êrîşa çeteyan pêk were vê yekê dike. Lê ev çend roj in careke din hêzên QSD`ê û Rêveberiya Xweser hêza xwe ji tevahî cîhanê re diyar kirin. Li ser vê bingehê em weke Partiya Sûriyeya Pêşerojê dibêjin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vîn û baweriyek heye û ev alozî dê bi riya vê pergalê çareser bibe."