Rejîma Îranê navendên aîdê hêzên Rojhilat bombebaran dike

Hêzên rejîma Îranê bi balafirên xwe yên bi çek navendên hêzên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike. Jiyana bi sedan sivîlan di metirsiyê de ye.

Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê îro navendên aîdê rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir. Êrîşên li herêmên Koyê û Zirgiwê pêkhatin, bi balafirên biçek hatin kirin. Partiya Komunîst a Îranê 3 caran hat bombekirin. Her wiha di nava agahiyên ku hatine bidestxistin de cih digre ku rêxistinên Zahmetkeşan,  Kurdistana Demokrat, Rojhilata Kurdistan jî hatin hedeg girtin.

Li herêmê zarok hene

Welatiyên ku ji êrîşan zerar dîtine, hewl didin xwe li derveyî warên niştecihbûnê biparêzin. Her wiha di nava agahiyên ku hatine bidestxistin de cih digre ku li herêma ku êrîş pêkhat, nêzî 160 zarokên perwerde dibînin hene.

Hate hînbûn li herêma ku zêdetirî 15 êrîş pêkhatin, hê jî êrîş berdewam dikin.

2 kes jiyana xwe jidest dan 7 kes birîndar bûn

Hat ragihandin ku di êrîşan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne, derbarê navê kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne de hêj agahiyên zelal nehatin bidestxistin.