Rejîma Îranê jinek din qetil kir
Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li gelek bajarên Îranê çalakiyên şermezarkirine didomin. Hadîs Najafî ya ku li dijî qetlîamên rejimê di nava berxwedanê de cih girt, ji aliyê polîsên Îranê ve hat qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Çalakiyên şermezarkirinê ku piştî ji aliyê rejima Îranê ve qetilkirina Jîna Mehsa Emînî di 17’ê Îlonê de li welat destpêkir, bê navber berdewam dikin. Polîsan li dijî gelên ku li bajarên Îran û Rojhilata Kurdistanê derdikevin mudaxaleyên tund dikin, di çalakiyan de zêdeyî 50 kes jî hatin qetilkirin.
Jina ciwan a Hadîs Najafî ya ku di berxwedana piştî Jîna Mehsa Emînî de li qadên herî pêş cihê girt, ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.
Rojnameger û çalakvana Îranî Masih Alinejad, bi parvekirinek li ser hesabê xwe ya medyayê qetilkirina Hadîs Najafî ragihand.
Di parvekirina li ser hesabê medyayê ya rojnamegerê de ev agahî cih girt: “Keça ciwan a 20 salî ku xwe amade dikir tevlî çalakiya li dijî qetilkirina MahsaEmînî bibe, bi 6 guleyan hat qetilkirin. #HadîsNajafî ya 20 salî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve ji sîng, rû û stûyê xwe hat qetilkirin. Bibin dengê me.”