Rejîma Îranê ‘Jin Jiyan Azadî’ wek gefek dibîne
Tirsa guherîna civak û çanda berbelav, bû sedem ku rejîma Îranê siyaseta ‘tepisandina pêşwext’ bike meriyetê. Ji nû ve destpêkirina zext û tundiyê, nîşan dide ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye û rejîm jî vêya wek gefek cidî dibîne.

BÊRÎVAN ŞAHO
Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê polîsên qaşo ehlaqê yên rejîma Îranê ve, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir. Ne tenê li Îranê, raya giştî ya cîhanê jî wek serhildanek civakî- siyasî hejand. Ev şoreş ji dilê nerazîbûnên li hember hîzara bi darê zorê serî hildan, hat. Bû sembola li dijî zexta siyasî û nasnameyên tên tepisandin, bû têkoşînek pir alî. Ev bi salan e tepisandina jinan û kontrolkirina fizîkî, nêzîkatî û cil û berg ligel newekheviya zagonî, civakî û beşdariya siyasî, teqînek civakî ya jê neveger bû. Vê carê jin ne wek qurbanî, berovajî wê, wek pêşengên nerazîbûnan rijiyan qadan.
‘Jin, Jiyan, Azadî’ dengvedana qeyranek kûr a di civaka Îranê debû
Serhildana Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne wek serhildanek civakê ye dijî hîcaba bi zorê, di heman demê de îfadeya krîza di civaka Îranê ye. Vê şoreşê bal kişand ser sê çengên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û gotinên fermî yên rejîma Îranê hejand. Jinan bi têkoşîna xwe ew perg û îdeolojiya hikûmetê hejand û sînorê rêgezî û netewî derbas kir.
Di vê çarçoveyê de tundiya li dijî jinan ne tenê di nava malê de an jî li kolanan, di heman demê de li ser asta desthilatê sazî bû. Fîzîk, îrade û azadiya jinan wek hêmaya berxwedanê dibîne. Di encamê de tepisandin wek amrazek siyasî ji bo vegera hêz û desthilata vê rejîmê dibîne. Ji ber vê jî yekser dest bi belavkirina tirsê ya bi riya girtin, îşkecekirin û sepandina cezayên giran ên wek heta hetayî û darvekirinê, kirin.
201 kes piştî şoreşê hatin darvekirin
Dane diyar dikin ku piştî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îranê rêjeya davekirinê ji sedî 75 zêde bûye. Piştî serhildanê ji 1’ê Îlona 2022’yan heta 15’ê Îlona 2024’an herî kêm hezar û 425 kes hatin darvekirin. Di heman demê de Ofîsa Mafên Mirovan a Rêxistina Netewên Yekbûyî di 28’ê Tebaxa îsal de daneyên bicihkirina cezayên darvekirinê yên li Îranê belav kir û nîgeraniya xwe ji bo cezayên darvekirinê diyar kir. Ofîsê, cezayên darvekirinê yên li Îranê wek karesat pênase kir. Ofîsê ragihand ku ji destpêka 2025’an heta 28’ê Tebaxê herî kêm 850 kes li Îranê hatine darvekirin û ev agahî dan: Tenê di meha Tîrmehê de li Îranê herî kêm 110 kes hatine darvekirin. Dibe ku daneyên rast cûdatir û xirabtir bin.
Li gorî daneyên ne fermî ji 21’ê Nîsana 2007’an heta sala 2025’an 295 jin hatine darvekirin ku 201 darvekirin piştî şoreşa‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûn. Bi awayekê heta Tebaxa îsal 25 jin bi sûcdariyên cûda hatine darvekirin û di heman demê de çend girtiyên din ên siyasî wek Şerîfe Mihemedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî cezayên darvekirinê li ser hatine sepandin û xeteriya bicihkirina vî cezayê darvekirinê heye.
Piraniya girtiyên ku hatine darvekirin ji netewên Kurd, Lor, Fars, Beluc, Ereb, Gilk û Tirkmen û piraniya darvekirinan jî Kurd, Fars, Lor û Beluc in.
Gelek kes hatin girtin
Her wiha di nava çar salên borî de bi hezaran kes hatine desteserkirin û cezayên girtîgehê li ser wan hatin sepandin. Di sala 2024’an de herî kêm 514 welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê hêzên emnî yan jî dam û dezgehên dadwerî yên rejîma Îranê ve li bajarên cûda yên Kurdistanê, Kirmanşan, Îlam, Hemedan, Tahran û Xûresan ji ber sedemên siyasî hatine girtin.
Îsal bi hezaran kes hatin girtin
Îsal ji ber sûcdarya emnî bi sedan kes hatin girtin, bi taybetî piştî şerê 12 rojan ê Îran û Îsraîlê bi hinceta ku alîkarî dane welatên dijmin vê rejîmê zêdetirî 900 kesan girt. Tenê di meha Tebaxa îsal de nêzî 87 welatî ku 7 çalakvanên jin, zarokek û 39 welatiyên Kurd, 21 hemwelatiyên Beluc û 2 çalakvanên Bahaî di nav de bûn, ji aliyê hêzên emnî yên rejîma Îranê ve hatin girtin an revandin û piraniya bûyerên girtinê li bajarên Urmiye, Sistan, Belucistan û bi 16 bûyer tomar kirin.
Pêşketina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû sedem ku tundiya di nava civakê de kêm bibe. Lê belê piştî tepisandina vê şoreşê ya ji aliyê rejîma Îranê ve, cardin pêla tundiya li dijî jinan zêde bû. Ji sala 2022’an heta 2025’an bi navê namûsê herî kêm 312 jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin.
Tundiya fîzîkî û derûnî di nav girtîgehan de ji sedî 50-60 zêde bûye
Li gorî raporên Rêxsitinên Mafê Mirovan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, rêjeya qetilkirina jinan piştî şoreşê, li gor beriya şoreşê nêzî ji sedî 30-40 zêde bûye. Di sala 2024’an de 191 jin hatin qetilkirin û tenê di Tîrmeha îsal de 27 jin û 9 zarok hatin qetilkirin. Her wiha rêjeya tundiya fîzîkî û derûnî di nava girtîgehan de ji sedî 50-60 zêde bûye.
Têkiliya di navbera cardin destpêkirina tundî û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, dikarin bi awayê bersîvek li dijî gotinên fermî yên rejîmê werin xwendin. Di heman demê de wek bersîvek ji bo hêza civakî û çandî ya vê şoreşê were şîrovekirin.
Her wiha tirsa dubarebûna vê serhildanê û guherîna civakê û çanda berbelav, bûye sedem ku rejîm siyaseta ‘tepisandina pêşwext’ bikin meriyetê. Destpêkirina zexte û tundiyê, tenê lawaziya rejîmê nîşan nade, di heman demê de vê rastiyê jî derdixe; serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye û rejîm jî vêya wek gefek cidî dibîne.