Rejîma Îranê gefa girtinê li malbata Werîşe Muradî xwar
Hat gotin ku wezareta Îtlaeta Îranê gefa girtinê li endamên malbata girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Murad xwarine û hevjînê xwîşka Werîşe Muradî jî hatiye binçavkirin.

Naveda Nûçeyan – Zextên rejîma Îranê yên li ser malbatên girtiyên siyasî didome. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di nûçeyek xwe de ragihand, roja 8’ê Hezîranê çend caran endamên malbata girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî li Sine û Tehranê ji aliyê berpirsên Îtlaetê ve hatine bang kirin û gefa girtinê li wan hatiye xwarin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku hevjînê xwîşka Werîşe Muradî, Kerîm Esxerî ku xelkê bajarokê Şiwêş a ser bi Sine ve ye, ji aliyê hêzên ser bi Îtlaetê ve hatiye binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve birine.
Hat gotin ku Kerîm Esxerî bêy biryara dadwer, dibin îşkenceyê de hatiye binçavkirin û gef li hevjîna wê Mêhrane Muradî hatiye xwarin.
Di 17ê Hezîrana 2024’an de, Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi biryara Dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi sûcê “endama rêxistinê” hat sûcdarkirin û di 10’ê Mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn.