Rejîma Îranê cezayê girtîgehê da Nêrgiz Nasirî
Her ku diçe gef, zext û êrÎşên rejîma Îranê yên li ser jinan zêdetir dibe. Rejîma Îranê 16 sal cezayê girtîgehê da Nêrgiz Nasirî ya ji Tehranê.

Navenda Nûçeyan- Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, ragihand ku Nêrgiz Nasirî ji aliyê beşa 36’an a Dadgeha Îstînafê ve hatiye cezakirin. Malperê da zanîn ku 16 sal cezayê girtîgehê, 15 sal bêparkirina ji mafên civakî û cezayê pere yê 330 milyon Riyalê Îranî dane Nêrgiz Nasirî.
Hat diyarkirin ku Nêrgiz Nasirî ya Mesihî ya ku nişteciha Tehranê ye, bi hincetên wekî ‘çalakiyên propagandayê yên li dijî Şerîeta Îslamî ya di warê ragihandinê de’, ‘Bi welatên biyanî re di kûrahiya sûcî ya bi bandor û berfireh de’ û ‘propagandaya li dijî dewletê’ tê cezakirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nêrgiz Nasirî di 2’yê Mijdara 2024’an de dema ducanî bû, li bajarê Tehranê ji aliyê îdareya Îtlaatê ya bajêr ve hatiye binçavkirin û ew şandine Girtîgeha Evînê. Piştre di 2’ê Kanûna heman salê de, bi şêweyekî demkî û bi dayîna pere, heta roja pêvajoya darizandinê hat berdan. Her wiha di 14’ê Sibata 2025’an de, li Şaxa 26’ an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê û Şaxa 36’an a Dadgeha Îstînafê hat darizandin.