Rejîma Îranê cezayê dervekirinê da Pexşan Ezîzî

Di danişîna duh ya li Şaxa 26’yemîn ya Dadgeha Şoreşê ya Tahranê der barê parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, cezayê darvekirinê hate dayîn.

Navenda Nûçeyan- Der barê parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tahranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn. 

Pexşan Ezîzî ji sûcên bi îdeaya ‘li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye û endama ku serokê wê ketinen nava komên serhildanê’  û ‘serîrakirinê’  cezayê darvekirinê lê hate birîn. Di vê pêvajoyê de di çarçoveya doza der barê Pexşan Ezîzî de tê meşandin, di 28’ê Gulan û 16’ê Hezîrana 2024’an de danîşîna yekem hate dîtin. Di danişîna dawî ku di 23’ê Tirmehê de hatî datîn de cezayê ‘darvekirinê’ li Pexşan Ezîzî hate birîn.

Çi bûbû?

Pexşan Ezîzî di dîroka 4’ê Tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve li bajarokê Herazî yê Tahranê ve hate binçavkirin, di 11’ê Kanuna 2023’an de hate girtin û sewqî qawîşa hejmar 209 ya girtîgeha Evînê ku weke navenda binçavkirina wezareta Îstixbaratê tê zanîn kirin. Pexşan Ezîzî nêzî 4 mehan di pêvajoya binçavkirinê de rastî îşkenceya giran û sistematik hat. Ji mafê hiqûqî bigre ji hemû mafên xwe yê bingehîn bê par hate hêlan. Pexşan Ezîzî di dema ku girtî, ji mafê darizandinê û ev demek dirêje jî hevdîtina bi malbat û parêzerên xwere bê par hate hiştin. Hate diyarkirin ku piştî ku rojnamevan hate binçavkirin endamên malbata wê jî hatine binçavkirin û piştî lêpirsînê hatine berdan.

Pexşan Ezîzî berê jî bi hinceta ku beşdarî protestoyên li dijî darvekirina xwendevanên Kurd li Tahranê bûye di 16’ê Mijdara 2009’an de hatibû girtin, piştî 4 mehan hate girtin, di 19’ê Adara 2010’an de bi kefaleta 100 milyon Tumen hate berdan. Piştî tehliyeya wê ji bo lêkolînkirina jiyana jinên li Kurdistanê xwebat da meşandin.

Pexşan Ezîzî herî dawî di nameya ji Girîgeha Evînê ku lê dima, îşkenceyên ku jiyan kirine anî ziman û banga bilindkirina têkoşînê kiribû. 

Di nave mehekê de rejîma Îranê cezayê ‘darvekirinê’ da du aktivtên jin ên siyasî

Di 4’ê Tîrmehê de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi îdeaya ‘li dijî rejîma Îranê serhildana bi çek’ cezayê davekirinê li parêzvana mafê jinan Şerîfe Muhammedî birîbû.  Li dijî cezayê darvekirinê ji gelek qadan bertek hatin, kampanya hatin destpêkirin.