Rejîma Îranê bi çekên Ewropî êrîşî gel dike

Xwepêşandanên li bajarên Îran û Rojhilat tevahiya şevê berdewam kirin. Li dijî gel dihatin bikaranîn, balkêş bû ku cebilxaneyên leşkerî bi eslê xwe Ewropî bûn.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên li Îranê şevê din jî berdewam kir, li bajarên Rojhilat û Îranê dirûşmeyên ‘ Ji Rejîma Mola re mirin’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Qatil rejîma Mola’ bilind bûn. Li peytexta Îranê Tahranê çalakî hebûn, li Esfehan û Karajê gel qad neterikandin.

Li Îsfehanê jî jinan bi dirûşmeyên “Azadî, Azadî” meşiyan, daxuyaniyên “Ez jina azad im, ez dixwazim azad bim” hatin vekirin û pankart hatin hilgirtin. Li Karajê jî ji bo bidawîkirina hovîtiya rejîmê li bajarên Kurdistanê dirûşmên “Kurdistana aram ji bo Îran a rewşenbîr” hatin berzkirin, “Bimre rejîma Mele” û “Bimre dîktator” hatin berzkirin.

‘Ji Tahranê silav li Kurdistanê’

Xwepêşandanan binayên rejîmê dan ber agir û bang kirin ku qetilkirina zarok û jinan ya ku rejîma Îranê ji 16’ê Îlonê ve li Tahranê dikin were rawestin û her wiha dirûşmeyên ‘Wê Tahran bibe Kurdistan’, ‘Ji Tahranê silav li Kurdistanê’ hatin berzkirin. 

Leşker û polîsên Rejîma Îranê gule li ser xwepêşandanan reşand û bi kar anîna çekan xwest mudaxeleya xwepêşandanan bikin û ev li gelek bajaran hate dîtin. Her wiha li gor wêne û wêneyên hatine berhevkirin, hat destnîşankirin ku li Îranê ku ji sala 2011ê ve ambargoya cebilxaneya leşkerî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê sepandin eslê cebilxaneyên leşkerî yên li ser xwepêşanderan tê bikar anîn, yên welatên Ewropayê ne û ev yek bal kişand.

Piştî êrîşên çekan parçeyên ew gule û teqemeniyên ku mane di wêneyan de diyar dibe di bin wan çekan de imzaya şirektê welatên Ewropa hene û ev yek bi awayek eşkere hate ditîn, ne tenê bermayên guleyan di heman demê de tufek, tufeka bi pompa, bombayên gazê û kapsulên bombeyan hate ditin ku hemû malên Ewropî ne. 

Bermayên teqmeneniyan piranî li  Mahabad, Şiraz, Karaj, Rasht, Sine û Kamyaran hatine bikar anîn. Ji sala 2011’an ve ambargoya çekên Avrûpa ku bikeve Îranê hêj berdewam dike.