Rehîme Tekîn: Zarok li kîjan alî dinêrin dîmen û tevgerên bi tundî dibînin

Endama Komeleya Mafên Zarokan û Medyayê Rehîme Tekîn, diyar kir ku medya tundiya heyî ji nûve hildiberîne û da zanîn ku tundî di jiyana zarokan de belav bûye, çareserî nûçegihaniya ku balê dikşîne ser mafên zarokan e.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Êrîşên li dijî dibistanên li Mereşê û navçeya Siwêrega Rihayê ku bû sedema mirina zarokan, di civakê de rê li ber fikaran vekir.

Di êrîşa 14’ê Nîsanê, li dijî Lîseya Teknîn Anadolu û Pîşeyî ya Ahmet Koyuncu de 10 xwendekar û 4 mamoste, polîs û erkdarekî kantînê bi giştî 16 kes birîndar bûn. Xwendekarên berê yê dibistanê ku êrîş kir întihar kir.

Piştî rojek di 15’ê Nîsanê de li Mereşê di êrîşa li dijî dibistana navîn a Ayser Çalik de, 8 xwendekar û mamosteyek jiyana xwe ji dest dan. Xwendekarê ku bi 5 çekan û şarjor ket dibistanê piştre întihar kir.

Di herdu êrîşan de jî di nava civakê de bûyerên tundiyê yên zêde dibin, bandorên civakî yên van bûyeran careke din bû mijara nîqaşê. Ne tenê qadên perwerde û ewlehiyê, şertên psîkolojîk û civakî ku zarok di nav de ne careke din di rojevê de cihê xwe girtin. Parêzvanên mafên zarokan diyar kirin ku divê dibistanan veguherînin qadên bi ewle û polîtîkayên bi tedbîr û mayînde bikevin meriyetê.

Li holê ye ku pirsgirêka tundiyê, zarokan weke ‘kiryar’ binavkirin, an jî tenê bi sûcdarkirina malbatan, nayê çareserkirin divê pergalên ku ji aliyê desthilatdariyê û avakerên zagonan ve nayên bikaranîn bikevin tevgerê û polîtîkayên pêşîlêgirtinê werin pêşxistin.

Endama Komeleya Mafên Zarokan û Medyayê Rehîme Tekîn, di bûyerên tundiyê de rola medyayê û binpêkirinên ku di weşandina nûçeyan de tê kirin û xeterên di nava xwe de dihewîne nirxand.

‘Medyaya dîjîtal tundiye diafirîne’

Rehîme Tekîn bal kişand ser dîmenên tundiyê yên li ser ekranan ku zarok rastî wan tên û îfade kir ku ev bûyer di salên dawî de zêdetir tên dîtin. Rehîme Tekîn da zanîn ku bş bikaranîna medyaya dîjîtal, bûyerên tundiyê zêdetîr bûn û tundî ji nişkave zêde nebûye, bi awayek sîstematîk didome.

Rehîme Tekîn wiha got: “Dema em li xebatên qadê dinêrin, dibînin ku tundî her diçe zêde dibe û ev jî bi riya medyaya dîjîtal dema were weşandin, bi awayekî hejmar jî zêde dibe.  Zarok di medyaya dîjîtal de her tiştî dibînin û meyla wan ber bi şîdetê ve çêdibe. Ji vê zêdetir li naverokên ku tên temaşekirin, her dem rewşa tundiyê heye û gelek nûçeyên tên çêkirina di medyaya dîjîtal de tên weşandin, medya her dem naverokê dubare dide. Ev jî tundiyê tîne xala ku were hilberandin. Dibe ku sedem li ser zarokan bandorên kûrtir bihêlin.”

‘Bandora medyayê li ser zarokan gelek zêde ye’

Rehîme Tekîn da zanîn ku tiştên zarok ‘fêr dibin’ faktoreke girîng e û got: “Awayê fêrbûna zarokan çawa ye? Dema rastî van naverokan tên, hişê wan çawa kod dike? Ev xal gelek girîng in. Medya di vê xalê de hem bandorên erênî hem nerynî pêşkêş dike. Ji ber bûyerên tundiyê çawa tên jiyîn li aliyekî, çawa tê servîskirin gelek girîng e. Nûçegihaniya ku balê dikşîne ser zarokan, li Tirkiyeyê pêwîst e. Di vê xalê de mixabin, Tirkiye niha ne di asteke pêşketî de ye. Ji bo temaşekirinê sernavên weke ‘Qatil, zarokê bi pirsgirêk, wehşet an jî dehşet ava kir, bi vî awayî êrîş kir’ didin. Di wateya cidî de, tundiyê di perdeyeke gelek bilind de didin û mixabin ev yek li ser zarokan dê bandoreke çawa bike di vê xalê de medya vî zîmanî bi kar tîne. Di vî wateyê de naverokên ku medya dide, em dibînin tundiyê dubare di xaleke ku zarok bikaribin xwe bigihîjîninê de digrin.”

‘Dixwazin hişmendiya zarokên bi pirsgirêk bidin avakirin’

Rehîme Tekîn îfade kir ku di bûyerên tundiyê yên tên jiyîn de, zarok weke ‘kesên bi pirsgirêk’ tên nîşandan û got: “Me di êrîşa dawî ya li dibistanê hat jiyîn de dît. Piştî êrîşan, der barê zarokan de hişmendiya ‘dilsozê PUBG derket, jixwe tevgerên ecêb nîşan dide, zarokek bi pirsgirêk bû’ hat avakirin. Ev hişmendî çiqas bandorê li zarokan dike û ji bo wan mînakên nû pêşkêş dike, gelek tê paşguhkirin. Jixwe gelek zarok di qadên dîjîtal de lîstikan dilîzin, beşdarî koman dibin. Divê were qebûlkirin ku sedsala 21’ê di rêjeyek mezin de sedsaleke ku zarok di medyaya dîjîtal û platformên cuda de temas dikin e. Parametereyên gelek cuda hene. Jixwe divê poltîkayên pêşîlêgirtinê yên li hemberî vê çibin di vê xalê de kîjan tedbîr werin girtin mijareke cuda ye. Lê belê dema zimanê nûçeyê yê tê bikaranîn, gotinên stranan, naverokên rêzefîlm û fîlman tên avakirin divê hemû kes berpirsyariyek exlaqî bigrin ser milên xwe.”

Zimanê medyayê pêşî li xirabiyê vedike

Rehîme Tekîn bandora zimanê ku medya bi kar tîne li ser bûyerên tundiyê nirxand, da zanîn ku zimanê medyayê hinek caran çav lê dike û rê û rêbazan nîşan dide û wiha got: “Ji bo ku zêdetir were xwendin û were temaşekirina, li vê derê berpirsyariya exlaqî piranî tê paşguhkirin. Tiştên ku divê medya bike û ya bike li vê derê dikeve dewrê. Dema nûçeyek çêdikin divê zêdetir nêrînên pisporan lê zêde bikin. Ger em mînak bidin, di nûçeyê de zordarî cih digre divê li cihê ‘çi bû’, dive ‘çi were kirin’ bê fikirandin.

‘Divê berpirsyariyên civakî û exlaqî werin bicihanîn’

Rehîme Tekîn da zanîn ku di heman demê de şêwirmediya psîkolojîk digre û li ser rewşa hêrsa zarokan xebet daye meşandin û got: “Zarok ji nişkave tundiyê hildiberînin. Komên ji temenê biçûk, bi modelgirtinê fêr dibin. Ji mezinên xwe, derdora xwe, dibistan an jî medyaya ku em behs dikin û medyaya dîjîtal, fîlmên karton, anîmasyon û stranên guhdarî dikin fêr dibin. Zarok ne di kapasîteya ku ev naverok kîjan bi zirar in, kîjan bi sûd in cuda nakin. Ya ku em jê re dibêjin ‘dema kar û barên şênber’, zarokên ku herî zêde di dema têgînin ne berbiçav fêm nekirin, zarok wan agahiyên weke singerek dikşînin û teqlîd dikin. Ger hûn bi zarokek re li lawirek bixin, di diyaloga di navbera du mirovan de ger deng bilînd bibe, şer hebe û zarokek rastî van were, wê her dem vê ji xwe re bike model. Rewşa aborî, psîkolojîk û dînamîka her malbata zarokek cuda ye. Di rewşa ku cudahiyên şexsî were paşguhkirin, dema naverokên heman astê were hilberandin, ji vana îhtimala ku tenê zarokek jê bi bandor bibe hebe divê em vê paşguh nekin. Ev berpirsyariya civakî ya exlaqî ye.”

‘Divê felesefeya perwerdeya xwecihî hebe’

Rehîme Tekîn bal kişand ser pergala perwerdeyê,  bandorên mufredatê û destnîşan kir ku di encama veberhênanên ne ji bo perwerdeyê ji bo aboriya şer hatin kirin de, civakê berê xwe daye tundiyê û wiha berdewam kir: “Divê wateyê nirxandina bi awayê ‘li aliyekê bûyerên tundiyê zêde bû, çi ji me tê’ li gorî min rast nayê. Ev rewş encama başnekirina aborî, pergala tenduristiyê û pergala perwerdeyê ye. Ger mudaxeleyên pêwîst neyên kirin wê ev rewş bidome. Di dibistanan de rewşeke mezin a tayînnekirina mamosteyan heye. Pêwîstiya bi şêwirmendên psîkolojîk li dibistanan heye. Li dibistaneke Wanê ku ez rastî hatim du şêwirmendên psîkolojîk hebûn. Em bibêjin 2 hezar xwendekarên dibistanê hene, wê di kîjan astê de girîng be di vê xalê de çi were kirin, ji bo vê şêwirmendê jî barekî din ê kar e. Di vê wateyê de divê bi lezgînî hejmara şêwirmendên psîkolojîk were zêdekirin. Li Tirkiyeyê yek ji pirgsirêkên herî mezin, rewşa nebûna felsefeya perwerdeyê ye. Ya tê kirin piranî modela li welatekî hewldana pêkanîna li Tirkiyeyê ye, rewşa nebûna felsefeya perwerdeyê û xwecihî, li dibistanan pirsgirêkan çêdike.”

‘Pirsgirêk ne tenê malbet encama rasterast a ne kontrolkirinê ye’

Rehîme Tekîn çalakiyên ku zarokên serî li tundiyê dane nirxand û anî ziman ku nêzbûna pirsgirêkê tenê weke pirsgirêka malbatê rexne kir da zanîn ku ev ne tenê pirsgirêka malbatek û zarokek e û got: “Naverokên ku bi awayê qedeme heta îro nehat kontrolkirin, pêkneanîna mekanîzmayên cuda û bi rewşên aborî ve gelek girêdayî ye. Medya di vê rewşê de dixwaze berpirsyariyê ji ser milên xwe biavêje.”

‘Têgeha qezenckirina zarokan ji bo civakê têgeheke rast nîn e’

Rehîme Tekîn îşaret bi sazûmaniya nû ku di destpêka 2026’an de bûye rojev û der barê ‘zarokên ku tevlî sûc bûne’ de wiha got: “Divê zarok bizanibin tiştên dikin wê encamên wan hebin. Lê belê divê ji bo vê jî mekanîzmayek were rûniştandin. Ez têgîna ‘qezenckirina zarokan ji bo civakê’ rast nabînim. Xala ku me bi kîjan civakê daye qezenckirin girîng e. Meyla zarokan a evqas ji bo tundiyê, sedema hatina vê rewşê jixwe civak bi xwe ye, ji ber mekanîzmayên ku nehatine bicihanîn e. Loma fikra ku zarokek ji nû ve bi civakê bide qezenckirin ez rast nabînim. Divê destpêkê ev zarok di nava parametreya şexsî de werin nirxandin, li gorî vê bikevin pêvajoya rehabîlîtasyonê û divê bingehê de divê ji nûve pergal were sererastkirin.”

‘Zarok li kîjan alî dinêre tundî heye’

Rehîme Tekîn bal kişand ser êrîşên li dijî dibistanên Tirkiyeyê û got: “Serdagirtinên dibistanan, di demên borî de herî zêde me bi awayê têkiliya civaknasî û çandî ya Emerîkayê didît. Lê belê di sedsala 21’ê de, dinya êdî bûye gundekî gerdûnî. Dibe ku Emerîka ji bo me dûr were lê belê naverokek û çalakiyek ku li wê derê tê kirin, bi awayekî lezgîn belav dibe. Tundî hebû lê belê bi belavbûna medyayê re ev zêdetir diyar bû.”

Rehîme Tekîn wiha domand: “Em rastî gelek naverokên tundiyê tên. Li dijî êrîşên li ser dibistanan pêk hatine, pêşniyarên ku divê tedbîrên ewlehiyê werin girtin tên. Ez van pêşniyaran rast û têrker nabînim. Pêşniyarên weke parastina dibistanan bi cîhazên x-ray, an jî zêdekirina hejmara polîsan heye. Ev dibe ku demkî bibe çareserî lê belê di vê xalê de ger em nekevin bingeha pirsgirêkê, em çiqas cîhazan li wir bi cih bikin, tije erkdarên ewlehiyê bikin jî di vê xalê de wê sûdê nede me. Bi awayê cidî, bi rêbazên riya rast, pergala perwerdeyê, pergalên din neyên başkirin wê zarok bi awayekî rê bibînin. Ji ber zarok van dibînin. Li kîjan alî dinêrin tundî heye.”

Rehîme Tekîn da zanîn ku li dijî tundiyê divê tedbîrên rast ji bo çareseriyê û demdirêj werin girtin û îfade kir ku li Wanê weke Komeleya Mafên Zarokan û Medyayê ku komeleyek yeksalî ye, hişmendiyê dane avakirin û bi çareser nêz dibin.

Rehîme Tekîn diyar kir ku bi taybetî di medyayê de zimanê ku balê bikşîne ser zarokan divê hebe û da zanîn ku ew hewl didin di civakê de zêdetire zemîneke ku balê bikşîne ser zarokan û mafên wan ava bikin, pêşî li binpêkirinên mafan bigrin û zarok biparêzin.