‘Rêgirtina şopandina bûyerên qetilkirina jinan veşartina sûcan e’
Çalakvan Dilsoz Zengene got ku di civakê de rêjeya qetilkirina jinan zêde bûye. Rêgirtina li şopandina bûyerên qetilkirina jinan veşartina sûcan e.

HÊRO ELÎ
Silêmanî – Parlamentoya Herêma Kurdistanê di sala 2022’an de zagona hejmara 2 a çekan derxist, piştre jî wezareta navxweyî ya herêma Kurdistanê 42 cih li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê ji bo qeydkirina çekên bê destûr diyar kirin ku ji destê hemwelatiyan bigrin. Lê belê tevî hebûna vê zagonê jî çekên bê destûr di nava bazaran de û bi onlîne tên firotin, ev jî dibe sedem ku rêjeya qetilkirinê bi taybetî qetilkirina jinan zêde bibe.
‘Rêjeya qetilkirina jinan zêde bûye’
Çalakvan Dilsoz Zengene diyar kir ku rewşa jinên li welatên din ji ya jinên başûrê Kurdistanê ne cudatir e, tenê şêwazê tundiyê li gorî zagon û çandan cuda ye û wiha got: “Roj bi roj tundî zêde dibe û di civaka me de jî bi taybetî tundiya li hemberî jinan gelek zêde bûye. Rêgirtina şopandina bûyerên qetilkirina jinan, veşartina sûcan e. Divê ev sûc werin eşerekirin daku çareseriyek were dîtin. Dema qetilkirin zêde dibin divê bi pey sedemên wê bikevin û çareseriyê bibînin. Her wiha qetilkirinên komî jî hene, me dît di nava mehekê de çend bûyerên qetilkirinên bi guman rûdan ku piranî jin bûn. Ev diyar dike ku rewşa jinan bi xeter e. Ji ber wê divê pêşî li vê were girtin.”
‘Bi çekên bê destûr kes tên qetilkirin’
Dilsoz Zengene di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em dibînin di civakê de çekên bê destûr zêde bûne û piranî dikarin bi asanî li hemû cihan û her wiha bi onlîne bikirin. Kesên çeka bê destûr bi onlîne kirine, pê kesên din qetil dikin. Divê em behsa çekên bê destûr bikin ji ber ên ku li beşên leşkerî yan li beşek ku divê çek bigre erk bikin divê bi nivîsek fermî dema erkên wan ên fermî bi dawî bû, diçin malê wan çekan daynin. Lê belê dema kesek çekê dibe malê xeter e, ji ber ew kes dema çekê dibe malê dibe ku pê kesan bikuje. Ji ber wê çekê bi destûr û bê destûr, pirsgirêk e bi taybetî çekên bê destûr. Ji ber ku hemû kes dikarin çekên bê destûr bikirin. Kesên komkujiyan dikin çekên bê destûr bi kar tînin. Ji ber wê nabe ji bo qezencek kêm civaka xwe bixin xeteriyan.”
‘Divê cezayên giran werin dayîn’
Dilsoz Zengene destnîşan kir ku divê zagon ji bo çeka bê destûr hebe, nabe çekên bê destûr bimînin an bi riya hikumetê yan jî bi riya zagonê û wiha domand: “Divê dadgeh cezayên giran li ser kesên ku çekên bê destûr difroşin pêk bîne. Ji ber tenê ceza madî ye, ne cezayek wisa ye ku careke din ev kes çeka bê destûr bi kar neyne. Ji ber wê ji çekên bê destûr re zagon lazim e. Pêşniyara min ew e dema hikumet nû were avakirin di nava parlamentoyê de kar li ser wê bike ku çekên bê destûr nemînin. Her kesê ku çekê bê destûr pê re be dema were girtin cezayek giran divê were dayîn. Eve jî karê hikumet û parlamentoyê ye. Her wiha aliyên siyasî ewqas çekan di nava qaçaxçiyan de belav nekin. Yên ku çekên wan ên bi destûr hene dema diçin malê bila çekên xwe li cihekî daynin ku kesek nikaribe xwe bigihînjînê.”
Dilsoz Zengene di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê rêxistin, çalakvan, hikumet û partiyên siyasî çekên bê destûr bi her awayî qedexe bikin.”