Ji serokên YE’yê biryara pêkanîna li ser Îranê

Yekitiya Ewropayê (YE) biryar girt ku ji ber êrişên li ser Îsraîlê wê pêkanînê li Îranê bikin, Îsraîlê li Refahê malbateke ku ji Xezayê koç kiribû hedef girt.

Navenda Nûçeyan- Di lutkeya Yekitiya Ewropayê de (YE) di rûniştina têkiliyên derve de danezana bi sernavê Rojhilata Navîn hat ragihandin. Di danezanê de hat diyarkirin ku bi hevdeng serokan êrişên Îranê li ser Îsraîlê şermezar kirine, hat destnîşankirin ku der barê Îranê de biryar girtine ku pêkanînan berfireh bikin.

Di danezanê de îşret bi wê yekê hat kirin ku divê demildest li Xezayê agirbest pêk were, esîr werin berdan, alîkariyên mirovî bê astengî bigihîjin, di heman demê de hat diyarkirin ku YE girêdayî çareseriya herdû dewletan e.

Di danezanê de bal hat kişandin ser rewşa li Lubnanê û YE’yê piştgiriya xwe ya bi hêz a bi vî welatî re dubare kir. Rêveberên YE’yê di danezanê de, bal kişandin ku piştgiriya koçberên Sûriyeyê vegera wan a bi ewle, daxwaz dikin.

Serokê Konseya YE’yê Charles Michel piştî bidawîbûna rûniştina du rojan a lutkeyê daxuyaniya çapemeniyê da û der barê naveroka pêkanînan de agahî neda.

Îsraîlê li Refahê malbatek ji Xezayê koçber bûbû hedef girt

Li aliyê din artêşa Îsraîlê êrişî başûrê Refahê ku gelek şêniyên Xezayê xwe spartinê kir. Rayedareke tendirustiyê ragihand ku artêşa Îsraîlê bereqeyek li ser zeviyekî çandiniyê li taxa es-Selan kiriye hedef, di êrişê de ji malbata Îyad ku ji bajarê Xezayê ji cihê xwe bûye hatibûn Refahê 5 jê zarok, 2 jê jin û 8 filistiniyan jiyana xwe ji dest dan. 

Artêşa Îsraîlê, li derdora goristana Rojhilat a li bajarê Refahê di encama bombebarana mala el- Behabise de hejmarek zêde Filistinî birîndar bûn.