Raziye Ozturk: Divê statuya Abdullah Ocalan bigihîje formeke hiqûqî

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi bêçekkirinê çareser nabe û got ku divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîje bingeheke hiqûqî û derfetên siyaseta demokratîk werin avakirin.

ELÎF AKGUL

Stenbol – Nîqaşên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya demokratîkbûnê de, li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di pêvajoyê de û sernavên gelo statuya wî ya hiqûqî çawa bê destgirtin, her diçe zêdetir dibin.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku nûnertiya Abdullah Ocalan dike, di daxuyaniya nivîskî ya ji bo raya giştî de, diyar kir ku nîqaşên li ser avahiya Îmraliyê, rehenda siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê di bin siya xwe de dihêlin. Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê parêzer Raziye Ozturk, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi sernavê bêçekkirinê nayê sînordarkirin û got ku divê pêvajo veguhere siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî. Raziye Ozturk , diyar kir ku divê statuya Abdullah Ocalan bigihîje formeke hiqûqî, pêvajo bê saziyîkirin û nexşeriyeke ku aliyên têkildar li ser li hev dikin, bê avakirin.

‘Yasaya çarçoveyî gava ewil a hiqûqî ye’

Raziye Ozturk, bi bîr xist ku di hevdîtina Îlona 2025’an de weke parêzerên wî bi Abdullah Ocalan re kirine de, nû behsa yasaya çarçoveyî dihat kirin û di heman heyamê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ji bo nîqaşkirina "mafê hêviyê" civiyaye. Raziye Ozturk, da zanîn ku Abdullah Ocalan vê pêşveçûnê wekî, "Dibe ku êdî ji bo Kurdan deriyekî hiqûqî bê vekirin” şîrove kiribû, yasaya çarçoveyî di aliyê hiqûqî de wekî gava ewil pênase kir û wiha got:

"Dema ku me weke parêzerên wî piştî navbereke pir dirêj, di Îlona 2025’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin kir, yasaya çarçoveyî ji aliyê çavkaniyên fermî ve dihat bihîstin û dîroka hevdîtina me jî bi roja ku Komîteya Wezîran dê 'mafê hêviyê' nîqaş bikira re hevdem bû. Dema em ketin hundir, birêz Ocalan vê rewşê bi van gotinan pênase kiribû, ‘Ez vê yekê êdî dibe ku ji bo Kurdan deriyekî yasayî vebibe şîrove dikim.’ Bi rastî em dikarin vê yasaya çarçoveyî wekî gava ewil a yasayî binirxînin. Tevî gelek kêmasiyan jî em vê yekê di vê aliyê de êrenî dibînin. Lê ji ber ku tu kes bawer nake mijarekî wiha ya dîrokî, tenê bi yasayeke çarçoveyî were çareserkirin. Bi rastî jî ne pêkan e ku mijareke wiha dîrokî tenê bi yasayek were çareserkirin."

Raziye Ozturk, da zanîn ku divê çarçoveya yasaya çarçoveyî ya heyî jî were nîqaşkirin û bal kişand ku ev rêzikname wekî li bingeha endam û şervanên PKK’ê hatiye amadekirin tê îfadekirin lê pêkhateyek tevahî hilnagre û wiha domand: “Dema em li aliyê yasaya çarçoveyî dinêrin, wekî yasayeke aydê endam û gerîlayên PKK’ê hatiye îfadekirin. Lê belê, yasa di vî warî de nêzikatiyeke tevahî pêşkêş nake. Ji ber hinek kes û bi taybetî rêveberên payebilind, ji derveyî vê yasayê tên hiştin. Lê ji ber kesên ku siyasetek normal dikin, xebatên taxan dimeşînin an jî xebatên jinan dimeşînin jî di nav de gelek kes ji ber endamtiya PKK’ê hatine girtin, em dikarin bibêjin ku yasa bi piranî wan kesan digre nava xwe.”

Li gorî Raziye Ozturk divê encamên hiqûqî yên bi fesihkirina PKK’ê re derdikevin holê jî bi awayekî tevahî werin jiyanîkirin. Raziye Ozturk bal kişand ser rîskên derengxistina encamên hiqûqî yên biryara fesihkirinê û girêdana pêvajoyê ya bi organekî îdarî û siyasî re û diyar kir ku di qonaxa li pêş de dê têkoşîna civakî zêdetir girîng bibe.

‘Divê biryarên DMME’yê werin bicihanîn û pirsgirêka qeyûman ji holê rabe’

Raziye Ozturk, destnîşan kir ku hem di rapora Komîsyona Meclîsê de hem jî di yasaya çarçoveyî de, li gorî pêdiviyên pêvajoyê dê rêziknameyên yasayî yên nû werin derxistin û da zanîn ku divê li kêleka vê yekê hinek gavên ne hewceyê yasayeke nû jî werin avêtin û wiha pêl da gotinên xwe:

“Rapora Komîsyona Meclîsê û yasaya çarçoveyî, nîşan didin ku dê li gorî pêdiviyên pêvajoyê rêziknameyên yasayî bên derxistin. Her wiha divê gavên ku ne hewceyê yasayê ne, wekî bicîhanîna biryarên DMME’yê, rewşa girtiyên nexweş û bidawîanîna pêkanîna qeyûman, bên avêtin. Demildest pêkanîna hemû mercên yasayî û siyasî, dê piştrast bike ku pêvajo li ser bingeheke saxlemtir bi pêş dikeve.”

Raziye Ozturk, diyar kir ku derketina holê ya îradeya siyasî faktora sereke ye ji bo destpêkirina pêvajoyê û destnîşan kir ku ew bawer dikin ji Cotmeha 2024’an û vir ve bi armanca çareserkirina pirsgirêka Kurd îradeyeke siyasî derketiye holê. Raziye Ozturk, da zanîn ku divê pêvajo zûtir bi pêş bikeve û bal kişand ser girîngiya bicîhanîna çarçoveyeke yasayî û sazûmanî, gotinên xwe wiha domand:

“Di destpêka vê pêvajoyê de avakirina îradeyeke çareseriyê gelek girîng bû. Ya ku ji bo wê lêgerîn hebû jî jixwe ev yek bû. Armanca sereke ew e ku ev pirsgirêk bi rêbazên aştiyane û çareseriyeke demokratîk bigihîje encamê. Ji bo vê yekê jî divê îradeyek hebe. Îradeya birêz Ocalan a di vî warî de ji sala 1993’an ve dihat zanîn. Di vê heyamê de pirtûkek bi navê ‘Ez li Muxatabekî Digerim’ jî derxistibû. Lê hem muxatebekî nedît û hem jî ji bilî çend riyên nerasterast wekî muxatebek nehat dîtin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, pêvajoyeke domdar nehat avakirin.”

Raziye Ozturk axaftina xwe wiha domand: “Em dikarin bibêjin ku ji Cotmeha 2024’an û vir ve ji bo çareserkirina vê mijarê îradeyeke siyasî derketiye holê. Ev pêvajoyeke du salî bû. Bi rastî, ev pêvajoyek bû ku divê zûtir bi pêş ketibûya lê qeyranên cûrbecûr derdikevin an jî kûrtir bibin û di wateya siyasî de hincetên siyasî yên cûrbecûr tên pêşkêşkirin. Bêguman, di vê mijarê de îradeya siyasî girîng e û daxuyaniyên rayedaran jî girîng in. Der barê têkiliya rasterast a bi birêz Ocalan re û şert û mercên wî yên girtîgehê de hinek daxuyanî tên dayîn. Ev yek hêja û girîng e lê divê ev mijar were sazîkirin. Ev yek rewşeke ku divê siyaseta demokratîk û formeke yasayî ya fermî bigre ye.”

‘Ger danûstandin çêbibe divê her du alî jî xwedî şert û mercên wekhev bin’

Raziye Ozturk, diyar kir ku divê ev yasaya çarçove û siyasî di mijara statuya Abdullah Ocalan de jî bê destgirtin û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan hê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, hevdîtina wî ya dawî ya bi parêzerên wî re di 21’ê Adarê de pêk hatiye û hevdîtinên malbatê jî hê sînordar in. Raziye Ozturk nirxandinên xwe wiha berdewam kir:

“Belê jixwe Birêz Ocalan yek ji wan aktorên sereke ye ku ji aliyê gelê Kurd ve wekî muxateb hatiye diyarkirin. Birêz Ocalan ê nûnerê civakê, civaka Kurd û wekî Rêber tê pênasekirin, hem bi bandora xwe, hem bi felsefeya xwe, hem bi pratîka xwe û hem bi helwest û keda xwe ya daye, heta niha, wekî aktoreke bingehîn tê binavkirin. Ev ji bo gelê Kurd mijarekî nayê nîqaşkirin e. Îmzeyên ku ji aliyê Kurdan ve bi milyonan hatine komkirin, tiştên ku li qadan û di mîtîngan de hatine gotin û daxwaza ku bi milyonan kes qîr dikin heye. Divê ji vê yekê re rêz bê girtin.”

Raziye Ozturk, bal kişand ser sînordarkirina hevdîtinan û wiha axivî: “Dema mirov li statuya niha ya birêz Ocalan dinêre,statuyek wî ya dîlgirtî heye. Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên pir sînordar de tê girtin. Herî dawî di 21’ê Adarê de roja Newrozê bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî û ji wê demê ve tu hevdîtin çênebûne. Serdanên malbatê jî hatine sînordarkirin. Di pozîsyoneke ku bi piranî bi  hevdîtinên şandeyan re sînordar maye de ye. Lê belê ger pêvajoyeke danûstandinê yan jî aştiyê pêk were divê her du alî jî di bin şert û mercên wekhev de tevbigerin. Ango aliyê dewletê bi hemû derfetan sûd digre lê kesê ku nûnertiya gelê Kurd dike û îradeya wan temsîl dike hê jî di şert û mercên dîlgirtinê de tê girtin.”

Parêzer Raziye Ozturk, ji pirsa der barê çawaniya diyarkirina statuya Abdullah Ocalan de, bal kişand ser mînakên çareserkirina nakokiyên navneteweyî. Raziye Ozturk ya mînaka Mandela da, bal kişand ser girîngiya ji bo destpêkirina pêvajoya danûstandinan ku divê her du alî jî di şert û mercên wekhev de bin û wiha got: “Gava mirov li mînakên çareserkirina nakokiyan li seranserê cîhanê binêre, em dikarin Mandela wekî mînaka herî nêz nîşan bidin. Di destpêkê de hewl dihat dayîn ku li ser maseya danûstandinê şert û mercên wekhev werin dabînkirin. Ev rewşeke wisa bû ku rasterast ji aliyê dewletê ve dihat hêsankirin û ji bo bidestxistina wê ne hewceyê bi têkoşîneke cuda bû. Ji ber ku gotin, ‘Ger danûstandin pêk werin divê her du alî di rewşeke wekhev de bin.’ Ango her cure derfeta tam a ragihandin û pêwendiyê bê dabînkirin û bikeve qonaxeke nû.

Mînak, her çendî nîqaşên der barê birêz Ocalan de berdewam dikin jî derfet û şertên wî yên ku nêrînên xwe bîne ziman, rave bike, biaxive yan jî parve bike nîn e. Lê belê dixwaze rasterast bi civakê re, bi çapemeniyê re biaxive, bi rojnamevanan re hevdîtinê bike û bi akademîsyenan re têkiliyê deyne. Sedema bingehîn a vê daxwazê pêşxistina pêvajoyê ye. Gelo em çawa dikarin vê aştiyê mayînde bikin?. Hem dixwaze li fikrên wan guhdarî bike hem jî dixwaze fikrên xwe bi raya giştî re parve bike û hewl dide di aliyê xwe de civakê îqna bike. Lewma divê ev derfet bên mîsogerkirin.”

‘Daxwaza me ya sereke misogerkirina azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e’

Raziye Ozturk, diyar kir ku aliyeke din ê nîqaşên der barê statuya Abdullah Ocalan de, têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya der barê mafa hêviyê de ye. Raziye Ozturk, bi bîr xist ku Tirkiye aliyê Peymana Ewropayê ya Mafên Mirovan e û mecbûr e biryarên Dadgehê pêk bîne, bal kişand ku biryara sala 2014’an nehatiye bicîhanîn û gotinên xwe wiha domand: “Lê beriya wê, mijara bicîhneanîna mafekî birêz Ocalan heye. Mijara ku ev dibêjin mafê hêviyê, ev yek e. Der barê birêz Ocalan de biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye. Tirkiye dewletek e ku bi vê peymana navneteweyî ve girêdayî ye û mecbûr e biryarên ji aliyê Dadgehê ve hatine dayîn, pêk bîne. Biryareke DMME’yê ya sala 2014’an heye ku zêdetirî 12 salan e nehatiye bicîhanîn. Li gorî vê biryarê, pêwîst bû birêz Ocalan niha bi awayekî fîzîkî azad bûya. Lewma daxwaza me ya sereke û armanca me ew e ku em azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan misoger bikin. Lewma, em bi îsrar behsa ‘mafê hêviyê’ dikin.” 

‘Pirsgirêk tenê bi bêçekkirinê bi dawî nabe’

Parêzer Raziye Ozturk, daxuyaniya Mehmet Uçum ya der barê cihgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Desteya Jêr a Bêçekkirin û Koordînasyona Siyasî de jî nirxand, diyar kir ku avakirina saziyeke di bin banê meclîsê de ji bo sazîbûna pêvajoyê girîng e lê tekez kir ku divê rola Abdullah Ocalan neyê kêmkirin û tenê bi mijara bêçekkirinê re sînordar nemine û got: "Ez avakirina saziyeke wiha ya di bin banê Meclîsê de wekî pêşveçûneke girîng ji bo sazîbûna vê pêvajoyê dibînim. Her wiha ez vê yekê wekî gaveke girîng dinirxînim ku birêz Ocalan bêyî ferq bike bikaribe bi awayekî çalak tê de cih bigre û wekî aliyekî rasterast ê danûstandinê were dîtin ango bi riya fermî pêşxistina statuyeke bi vî rengî ya naskirî, mîna gavekî girîng dibînim. Lê belê hûn ji destpêka pêvajoyê ve dizanin, behsa dîroka biratiya Tirk û Kurdan û hevkariya ku di dema damezrandinakKomarê de hat kirin. Li ser bingeha bandorên pirsgirêka Kurd a li ser jiyana civakî û aborî, nîqaşên berfireh dihatin kirin. Tevî vê yekê, beşekî her dem mijarê tenê bi pirsgirêka bêçekkirinê re sînordar dikir. Di qonaxa niha de, hem dema ku em li navê komîsyona ku ji birêz Ocalan re hatiye dayîn dinêrin ango komîsyona jêr a bêçekkirin û koordînasyona tê binavkirin. Ev yek jî îhtîmala ku hewldanek heye tenê bi wê yekê ve were sînordarkirin, tîne bîra mirovan.”

Raziye Ozturk da zanîn ku bêçekkirin beşek ji pêvajoyê ye lê wekî armanca dawî divê neyê destgirtin û wiha pêl da gotinên xwe: “Belê bêçekkirin parçeyekî vê mijarê ye lê divê wekî qonaxeke derbasbûnê bê nirxandin. Derbasbûna ber bi çi ve? Ber bi siyaseteke demokratîk û hiqûqê ve. Mijarekî ku bi bêçekkirinê bi dawî bibe nîn e. Jixwe pirsgirêka bingehîn a çaresernebûna pirsgirêka Kurd ew e ku li Tirkiyeyê ev mijar bi perspektîfeke yekalî dihat dîtin. Ango hewl dihat dayîn ku di çarçoveya terorê de were sînordarkirin. Hewl hat dayîn ku bi gotina teror, were çareserkirin. Bi vî awayî nayê çareserkirin. Ev ne pêkan e. Ji ber ku aliyê dîrokî, civakî û aborî yên vê pirsgirêkê hene. Gelek aliyên vê hene. Pêwîst e bi awayekî giştî were nirxandin. Ji pêvajoyeke ku hewl didin di çarçoveya teng a bêçekkirinê de sînordar bikin, îhtîmala ku aştiyeke mayînde derkeve holê, pir kêm e.

‘Divê şert û merc werin avakirin birêz Ocalan bikaribe rola xwe bilîze’

Raziye Ozturk, diyar kir ku rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de, nikare tenê bi erkek di nava komîsyoneke bêçekkirinê de bê sînordarkirin û her wiha anî ziman ku pêwîst e pêvajo ber bi asta civakî ve were berfirehkirin û bigihîje qonaxa demokratîkbûnê. Raziye Ozturk, destnîşan kir  ku çalakiyên komîteya di nava meclîsê de hatiye avakirin, bingeha wê ya yasayî û statuya hîqûqî ya ku dê Abdullah Ocalan tê de bimîne, hê ne diyar in û nirxandinên xwe wiha domand: “Dibe ku hinek pêvajo bi awayekî veşartî dest pê bikin lê divê piştî astek bibin civakî. Mînak, di nava meclîsê de komîteyek tê avakirin. Lê belê em der barê ka ev komîte çi dike, çi nîqaş dike, çi parve dike, ev yek dê çawa di warê pratîkî de veguhere yasayê, yan jî ka ji bo birêz Ocalan çi statuyeke yasayî tê pêşbînîkirin de tu nîşaneyên fermî yan jî yasayî nabînin. Tenê bêçekkirin ne tiştekî ku birêz Ocalan qebûl bike ye.

Birêz Ocalan, li çar parçeyên Kurdistanê wekî aktoreke sereke tê qebûlkirin. Şervanên PKK’ê bi xwe jî wî wekî kesayetiya yekane ya bi rastî dikare pêvajoya îmhakirina çekan pêk bîne, qebûl dikin. Lê belê wekî ku min berê jî got, ev yek tenê parçeyek an jî qonaxeke derbasbûnê ya pêvajoyê ye. Pirsgirêka Kurd ne tenê têkildarî bêçekkirinê ye. Em hewl didin aştiyeke mayînde misoger bikin. Em ji bo ku careke din rewşên bi pevçûn dernekevin holê, ji bo avakirina jiyana hevpar dixebitin.

Birêz Ocalan behsa entegrasyonê kir. Der barê vê yekê de perspektîf û bernameyên wî hene. Manifestoyek derket holê û projeyên wî yên têkildarî vê yekê hene. Lewma divê bêguman hawirdor, derfet û şert û mercên ku pêwîst e ji bo birêz Ocalan rola xwe di nava van saziyan de bilîze, bên dabînkirin. Ew şert û merc, ne ew in ku birêz Ocalan niha di nav de ye.”

Raziye Ozturk, destnîşan kir ji ber vê yekê pêwîst e statuya ku niha di pratîkê de ji bo Abdullah Ocalan tê dayîn, xwedî formeke yasayî be û pêvajo giredayî salnameyek bê kirin. Parêzer Raziye Ozturk, bal kişand ser nebûna baweriya raya giştî ya der barê gihîştina pêvajoyê ya encamek de û anî ziman ku nexşeyeke rê ya her du aliyan li ser li hev kirine, dikare vê nediyariyê kêm bike û got: “Helbet pêwîst statuya ku niha ji bo birêz Ocalan tê naskirin û qebûlkirin, bi awayekî yasayî were fermîkirin û sazîbûnê bi dest bixe. Her wiha pêwîst e pêvajo girêdayî salnameyek bê kirin. Di nava raya giştî de der barê çareserkirina vê mijarê de guman hene. Yek ji riyên herî girîng ên derbaskirina vê gumanê, dibe ku nexşeyeke rê be ku her du aliyan li ser li hev kirine. Nediyariyeke cidî heye. Her çendî hinek tişt dikarin bi awayekî siyasî werin gotin jî divê di warê fermîkirin û sazîkirina wan a yasayî de tu dudilî nebe. Ev yek di her warî de garantiyeke yasayî peyda dike. Berovajî vê yekê, dema em di aliyê danûstandinan de dinêrin, tenê aliyek dê di pozîsyona diyarker de be.”

‘Nîqaşên li ser xanî naveroka esas a pêvajoyê di bin siya xwe de dihêle’

Raziye Ozturk, nîqaşên dawî yên li ser xaniyê ku li girtîgeha Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan hatiye veqetandin nirxand. Mehmet Uçum, diyar kiribû ku xanî giredayî girtîgehê weke unîteyek hatiye çêkirin û Ji bo Abdullah Ocalan bikaribe rola xwe ya di pêvajoyê de baştir bi cih bîne, ev xanî hatiye çêkirin.

Raziye Ozturk, anî ziman ku divê bala nîqaşê li ser vê yekê be ka çawa dikare ji bo şert û merc û statuya Abdullah Ocalan garantiyên hiqûqî werin bidestxistin û wiha domand: “Ez dixwazim der barê mijara xanî de jî vê yekê destnîşan bikim. Di rastiyê de li ser vê mijarê gelek nîqaş tên kirin. Ev yek dibe sedema berevajîkirina riya ku divê pêvajo bişopîne û mijara bingehîn a divê bal li ser be û ev tê wateya birêveberiya bi lîstikên biçûk ên têgihîştinê re. Beriya her tiştî divê şert û merc û derfetên birêz Ocalan ê di pozîsyona muzakerevan de ye, werin dabînkirin. Tişta ku divê li vir were nîqaşkirin ew e ku ev pêvajo çawa dikare bi awayekî bi bandortir bi pêş bikeve û çawa dikare formeke  hiqûqî ya rast jê re were danîn.

‘Birêz Ocalan muzakerevan muxatab û alîgirê vê mijarê ye ew li aliyê gelê Kurd û civaka Kurd e’

Em dikarin çawa ji bo vê yekê têbikoşin? Em jê re dibêjin têkoşîna demokrasiyê. Em çawa dikarin di têkoşîna demokrasiyê de bi pêşve biçin, em dikarin çi bikin û em dikarin li vir çi awayê siyasetê bihilberînin? Tişta di nava van pirsan de ya herî girîng ‘mafê hêviyê’ yê Birêz Ocalan e gelo çima nayê bicihanîn? Nêzikatiyeke bi vî rengî dê rê li ber pêvajoyê veke.”

Raziye Ozturk, da zanîn ku pozîsyona Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de dê tenê bi sernavê bêçekkirinê neyê temamkirin û anî ziman ku divê nîqaşên der barê statuya wî de, rasterast bi mijara muxatabbûnê re werin nirxandin û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan muzakerevan, muxatab û alîgirê vê mijarê ye. Ew li aliyê gelê Kurd û civaka Kurd e. Divê ev yek bi vî awayî were fêmkirin û di vê çarçoveyê de em dixwazin diyar bikin ku em qebûl nakin ew wekî objeyek were dîtin an jî bê amûrkirin.”