Rayedarên Îranê destûra tenduristiyê nadin çalakvan Zehra Mihemedî
Dezgehên ragihandinê eşkere kirin ku desthilatdarên Îranê çalakvana mafên mirovan Zehra Mihemedî tevî ku nexweş e, ji mafê wê yê lênihêrîna pizîşkî û wergirtina destûra tenduristiyê bêpar dikin.
Navenda Nûçeyan – Dezgehên ragihandinê eşkere kirin ku mamosteya zimanê Kurdî çalakvana mafên mirovan Zehra Mihemedî ya 29 salî ku di girîgeha Sindic girtiye, tevî ku nexweş e, lê destshilatdarên Îranê wê ji mafê wê yê lênihêrîna pizîşkî û wergirtina destûra tenduristiyê bêpar dikin.
Zehra Mihemedî di 23'ê Hezîrana 2009'an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û di 3'ê Kanûna heman salê de bi danîna kefaleta demkî ya 700 milyon Tûmenî (pereyê Îranê) hatibû berdan.
Di Tîrmeha sala 2020'an de, Zehra Mihemedî bi tometa avakirina komeke ji bo têkbirina ewlehiya neteweyî, bi 10 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin, lê piştre ev ceza di Sibata 2021'an de daket 5 salan.