Rayan a 5 salî, di nav bîrek kûr de li hember mirinê li berxwe dide
Zarokê bi nave Rayan ê 5 salî di roja duyemîn de li hember mirinê li ber xwe dide, piştî ku bi şaşî ket bîreke bi kûrahiya zêdetirî 60 metreyan û heta niha jî hewldanên derxistina wî tê dayîn û zarok jî sax e.
Zarokê bi nave Rayan ê 5 salî di roja duyemîn de li hember mirinê li ber xwe dide, piştî ku bi şaşî ket bîreke bi kûrahiya zêdetirî 60 metreyan û heta niha jî hewldanên derxistina wî tê dayîn û zarok jî sax e.
Mexirb - Malbata Rayan di demên dijwar de derbas dibe. Rayan di 1’ê Sibatê de li Tamrourt a parêzgeha Chefchaouen li bakurê Mexribê, dema ku dilîst ket bîreke kûr ku ew bîr jî ji aliyê bavê wî li tenişta malê hatibû kolandibû. Li gel hewildanên hêzên parastina sivîl, rayedarên herêmî, servîsên ewlehiyê û hin xwebexşan jî, hîna zarok nehatiye rizgarkirin, ji ber ku beniya bîrê ji 45 santîmetre derbas nabe. Li gorî şahidan, xortekî zirav ji bo ku zarok rizgar bike daket binê bîrê, lê hewla wî bi ser neket, piştî ku gehişt kûrahiya 30 metre zinarek li pêşiya wî bû asteng, her wiha tengbûna rê û zehmetiya nefesê jî hebû. Hewldanên dilxwazan hatin kirin ku li ronahiyê bigerin, lê ji ber tengî û kûrahiya bîrê hemû hewildanên wan bê encam man.
"Rayanê rizgar bikin"
Bûyera ketina zarok Rayan di bîreke kûr de, şokeke mezin li rûniştvanên wê deverê çêkir, ji ber ku hejmareke zêde ji xelkê herikîn cihê bûyerê da ku alîakriya malbata wê bikin. Ji aliyê xwe ve, rayedarên pêwendîdar li Mexribê, ji duh Çarşemê ve, hewl dane ku zarok derxin, lê tevî bikaranîna hemû alav û îmkanên berdest nikaribûn bigihştana wî. Ji ber tirsa ku erd bi ser serê wî de biqelişe, li nêzî bîrê tunelek bi rêyek horîzontal hat kolandin. Kamerayek pêşketî ji bo kontrolkirina rewşa zarok hat bikar anîn, ku nîşan dide ku zarok hîn sax e, her çend dem bi dem bêhiş dibe, lê zû vedigere nalîn û girê yê.
Duh, Çarşemê, çalakvanên medyaya civakî li Mexribê kampaniyek bi navê rizgarkirina zarokê dest pê kirin. Çalakvanan hashtaga "Rayanê rizgar bikin" bi awayekî berfireh hat belav kirin û daxwaz ji rayedarên pêwendîdar kirin ku hewlên xwe zêdetir bikin û hewl bidin ku zarok di zûtirîn dem de were rizgarkirin. Heya dema nivîsandina vê nûçeyê, hêmanên parastina sivîl û desthilat berdewam in li hewildanên xwe ji bo rizgarkirina zarokê, û tîmên rizgarkirinê oksîjen û av dane zarok piştî piştrastkirina ku zarok sax e.