Raportora Taybet a NY’yê: Bila Tirkiye parêzvanên mafên mirovan berde
Raportora Taybet a Rewşa Parazvanên Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mary Lawlor, xwest 9 parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên li Tirkiyê dîl tên girtin bên berdan û got: “Girtina metirsiyên mezin çêdike.”
Navenda Nûçeyan - Raportora Taybet a Rewşa Parêzvanên Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mary Lawlor li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê daxuyaniyek da. Mary Lawlor got: “Ez ji ber berdewamiya bikaranîna zagonên dijî-terorê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo hedefgirtin û bêdengkirina parêzvanên mafên mirovan ên ku li dijî polîtîkayên hikûmetê ne, gelek aciz im.” Mary Lawlor got: “Endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem jî di nav de 9 kes bi binpêkirina erkên mafên mirovan ên navneteweyî yên Tirkiyeyê hatin cezakirin.”
Parazvanên mafan ên ku raportora NY’ê behsa wan dike
Mary Lawlor da zanîn ku ji parêzvanên mafên mirovan di navbera salên 2018-2019'an de 8 kes hatine girtin û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatine darizandin. Mary Lawlor wiha berdewam kir: “Du ji wan kesên ku tên darizandin jî bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" re rûbirû mane. Darizandina ku weke ‘Doza ÇHD’ê tê zanîn, li gorî standartên darizandina li ser qaydeya dadwerî û dadweriya navneteweyî nîne. Di encama darizandinê de heta 13 salan cezayê girtîgehê dabûn wan.”
Mary Lawlor, got ku bersûc Barkin Timtik, Aytaç Unsal, Ozgur Yilmaz, Behîç Aşçi, Engîn Gokoglu, Suleyman Gokten, Selçuk Kozagaçli, Oya Aslan in. Dadgeha Bilind li gorî Zagona Li Dijî Terorê di sala 2020’an de cezayê wan erê kir. Oya Aslan di sala 2022'an de ji wan cuda hat darizandin û 11 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, di Mijdara 2024'an de ev ceza ji aliyê dadgeha îstînafê ya herêmê ve hat erêkirin. Bersûcekî din ê parêzerê Baroya Meletiyê Turan Canpolat, di sala 2016’an de hat girtin. Li ser delîlên hat angaştin spartine derewên muwekîlê wî, hat girtin. Ev bû sedem ku ji ber têkiliya wî ya bi Tevgera Gulen re ku Tirkiyeyê ji hewldana derbeya 2016’an berpirsyar dibîne, 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.”
Binpêkirinên mafên mirovan û cezayê hucreyê
Mary Lawlor diyar kir ku her 9 parazvanên mafan jî hê di girtîgehên ewlehiya bilind de tên girtin û girtina wan weke ‘şerm’ binav kir. Mary Lawlor, destnîşan kir ku tevî xebatên wan ên ji bo mafên mirovan ên aştiyane jî di şertên girtîgeha bi ewlehiya zêde de tên girtin û ev pêkanîn şermezar kir. Mary Lawlor bi bîr xist ku hê cezayek dîsîplînê yê fermî nehatiye dayîn lê dîsa jî nêzî 3 sal in ku Turan Canpolat di hucreyek de bi tenê tê girtin û da zanîn ku ev jî bi taybetî wan dike nav fikaran. Raportora NY’yê balkişand ser şertên giran ên ku girtî pê re rûbirû ne û da zanîn ku ev tişt wan gelek aciz dike.
Banga edaleta lezgîn
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Mary Lawlor bal kişand ser girîngiya ku Tirkiye li gorî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî tevbigere û got ku bi taybetî jî di warê darizandinên adil û muameleya mirovî ya li dijî girtiyan de divê ev yek pêk bê. Raportor xwest tavilê dosyayên van 9 parêzvanên mafên mirovan werin nirxandin û dawî li girtina wan a demdirêj bê anîn. Raportor bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku rê li ber pêkanîna xerab a li girtiyan veneke. Mary Lawlor got: “Ez bang li Hikûmeta Tirkiyeyê dikim ku destek bide zagonên mafên mirovan ên navneteweyî. Her wiha temînatê bide ku ev parêzvan di serlêdanên xwe yên li dadgehên bilind de bi awayekî adilane werin darizandin.”
Raportora Neteweyên Yekbûyî Mary Lawlor herî dawî got: “Em amade ne zêdetir li ser vê mijarê bi rayedarên Tirkiyeyê re nîqaş bikin û li çareseriyê bigerin da ku ji mafên van parêzvanan re rêzdariyê nîşan bide û edaletê pêk bîne.”