Rapora Neteweyên Yekbûyî jiyana jinan li Sûdana Başûr wekî dojeh bi nav dike

Rapora ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin jiyana jinan li Sûdana Başûr wekî dojehê bi nav dike, hûrguliyên tirsnak li ser jiyana wan vedibêje û banga parastina jinên ku ji şîdetê rizgar bûne dike.

Navenda Nûçeyan – Rapora ku ji hêla Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan ve  li Sûdana Başûr hat weşandin, li ser bingeha hevpeyvînên bi jinên ku rastî şîdetê hatine û şahidan re û çîrokên jinên ku rastî tecawizên komî yên hovane û demdirêj hatine ye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku hemû komên çekdar li seranserê welat tecawizê dikin ku gelek caran beşek in ji taktîkên leşkerî yên ku hukûmet û serkirdeyên leşkerî berpirsiyar in. Rapor, jiyana jinan li Sûdana Başûr wekî dojeh bi nav dike.

“Divê her kes ji derveyî bendewariya ji hikûmetê li ser pêşîgirtina êrîşan bifikire”

Rapor eşkere dike ku divê her kes, li hundir û derveyî hikûmetan, bifikire ka ew dikarin çi bikin da pêşî li kiryarên şîdeta zayendî bigrin û lênihêrînê ji bo jinên ku rastî van kiryaran hatine re peyda bikin.

Komîsyona Neteweyên Yekbûyî bang li rayedarên Sûdana Başûr kir ku ji bo rawestandina şîdeta zayendî ya li dijî jinan gavan bavêjin.

Endamê Komîsyona Neteweyên Yekbûyî Barnî Afako anî ziman ku şerm e rayedarên payebilind ên ku di şîdeta li dijî jinan de sûcdar in, ji wezîfeyên xwe nayên dûrxistin û hesab ji wan nehatiye xwestin. Ji bo çareserkirina vê şîdeta berbelav a di pevçûnan de û şert û mercên din de, kesên ku di astên serokatiyê de ne û rayedarên din divê tavilê û eşkere siyasetek sifir-toleransê li hember şîdeta zayendî bipejirînin.