Rapora Netewên Yekgirtî ya têkildarî rewşa zarokên Iraqê

Netewên Yekgirtî rapora xwe ya çaremîn a di derbarê rewşa zarokên li Iraqê de belav kir û da xuyakirin ku her çendî li gor pêvajoyên berê bê mafiyên beramberî zarokan kêm bûbe jî hêjmara bê mafiyên beramberî zarokan dû hezar û 114 e.

 
Navenda Nuçeyan - Rêveberiya giştî ya Netewên Yekgirtî çaremin rapora xwe ya di derbarê rewşa zarokên li herêmên şer ên Iraqê de bi raya giştî re par kir. Di raporê de behsa guherînên ji Tebaxa 2019 heta Hezîrana 2021’an li heman herêmê rû dane tê kirin. Li gor rapora sêyemîn hêjmara bêmafiyên beramberî zarokan dû hezar û 114 bûne û di rapora çarem ya dawî de jî diyar bû ku 317 bê mafiyên beramberî zarokan kêm bûne. Netewên Yekgirtî bi bîr xist ku ev kêmbûna bê mafiyên beramberî zarokan ji dema herêm di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de kêmtir bûye û piştî nemana çeteyan li wan herêman rewşa zarokan kêmek ber bi başbûnê ve çûye.
Li gorî raporê diyar kir ku birîndarbûna zarokan di nava wan deman de hîna zêde ye û li gor daneyên di nava van dû salan de 249 zarok birîndar bûne yan jî jiyana xwe ji dest dane. Hêjmarek berbiçav jî ji daneyên sala 2009’an hatine girtin ku piraniya van zarokan bûne qurbaniyên mayîn û teqemeniyên ku di nevçeyên lê şer qewimî de.
Di derbarê girtina zarokan de jî raporê da xuyakirin ku hezar û 91 zarok ji aliyê hêzên emnî yên Iraqê ve hatine girtin û her wiha rêkirina zarokên biyanî di nava DAIŞ’ê de li Iraqê berdewam e. Li gor daneyan 627 zarokên biyanî radestî welatên wan hatine kirin û hikumeta Iraqê 240 zarok ji qampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerandine.