Rapora MKG'ê ya Gulanê: 4 rojnameger hatin darizandin
Li gorî rapora Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ya meha Gulanê; ji 17 dozan 24 rojnameger hatin darizandin, 9 sal û 6 meh û 17 roj cezayê girtîgehê li 4 rojnamegeran hate birîn.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/06/20240607-20240607-kadin-gazeteci-rapor-jpgedec56-image-jpg2b1e53-image.jpg)
Navenda Nûçeyan-Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Rojnamegerên Jin” a meha Gulanê parve kir. Di beşa nirxandinê ya raporê de hat gotin ku binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin zêde bûne û di mijara têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî de jî paşveçûn heye.
Bi domdarî wiha hate gotin: “Zextên rojnameger pê re rû bi rû dimînin ne tenê bi binpêkirina mafên şexsî bisînor e, di heman demê de zirarekî mezin dide mafê agahîgirtina rast û bêalî jî. Ji bo ewlehiya rojnamegeran û parastina mafê azadiya xweîfadekirinê divê tavilê tevdîr bên girtin.”
Binpêkirinên li dijî mafên rojnamegeran ên meha gulanê wiha hatin rêzkirin: “2 rojnameger rastî êrişê hatin,3 rojnameger hatin binçavkirin û yek jî hate girtin. 4 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin astengkirin. 2 rojnameger li girtîgehê rastî binpêkirinên mafan hatin. Derheqê rojnamegerekê de lêpirsîn hate vekirin. Li 4 rojnameger bi giştî 9 sal û 6 meh û 17 roj cezayê hefsê hate birîn. Di 17 dozan de 24 rojnamegeran hatin darizandin. Ji 1’ê gulanê ve 8 rojnameger girtî ne.”