Rapora CFWIJ ya Adarê: Me 32 binpêkirin belge kirin
Koalîsyona Jinan di Rojnamegeriyê de, ji Ukraynayê heta Tirkiyeyê, ji Filistînê heta Ûgandayê, di meha Adarê de 32 bûyerên binpêkirina li dijî rojnamegerên jin belge kirin.
Navenda Nûçeyan – Di Adara 2022’an de Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê (CFWIJ) binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ragihandin. CFWIJ diyar kir ku di meha Adarê de 32 binpêkirin hatine belge kirin. CFWIJ da zanîn ku ew di nav van de binçavkirin, tacîza qanûnî û êrîşên fizîkî, her wiha êrîşên din ên li ser azadiya çapemeniyê û rojnamevanên jin ên ji deverên cuda yên cîhanê radigihînin ku di nav wan de rojnamegerên jin ên li eniyên Ukraynaya ku di bin êrîşên Rûsyayê de jî heyî.
Binpêkirinên di meha Adarê de wiha ne:
Ukrayna: Rojnamevanê herêmî ku bi Fox News Oleksandra (Alexandra) Kuvshynova û operatorê kamerayê Pierre Zakrzewski re dixebitî, 14’ê Adarê li nêzî gundê Horenka, li derveyî Kîevê, ji ber gulebarana leşkerên Rus hatin kuştin.
Ukrayna: Oksana Baulina, nûçegihana malpera nûçeyan a lêkolînê ya serbixwe ya Letonyayê The Insider, di êrîşa Rûsyayê de li paytexta Ukrayna Kîevê hat kuştin.
Îtalya: Girtiyek nameyek gefxwarinê ji Cronache di Caserta û Cronache ji edîtora Napolî Maria Bertone re şand û gef lê xwar.
Ukrayna: Rojnamevana bi kanala televîzyona serbixwe ya Ukrayna Hromadske re têkildar Viktoria Roshchina 16’ê Adarê winda bû. Rêxistina kardêran 11'ê Adarê dema raporek li ser bajarê Enerhodar ê ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin pêşkêş kir, êdî peyîwendî pêre qutbû. Şahidan ji Hromadske re gotin ku Viktoria ji hêla Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) ve hat girtin û piştî 16’ê Adarê nehat dîtin. Piştî 10 rojan bi şertê dîmenekê belav bike ku têde dibêje ku leşkerên Rusî jiyana wê xilas kirine.
Ukrayna: Rojnamevana Ukraynayî Iryna Dubchenko 26’ê Adarê li bajarê Rozivka yê başûrê rojhilatê herêma Zaporozhye ji aliyê hêzên Rûsî ve hat girtin û ew birin bajarê Donetsk ku di bin kontrola Moskowê de ye. Hat ragihandin ku Iryna ji aliyê hêzên dagirker ve bi veşartina leşkerekî Ukrayna yê birîndar tê sûcdarkirin.
Hindistan: Rojnameger Rana Ayyub demek kurt li balafirgeha Mumbai hate binçavkirin. Hat hînbûn ku sedema binçavkirina wê jî ji ber rexneyên wê yên li pergala dewletê bûye û li ser vê yekê çûna wê ya Londonê hate qedexe kirin.
Filistîn: Rojnamevana Filistînî Buşra El-Tawîl di van salên dawî de cara çaremîn ji aliyê hêzên Îsraîlê ve tê girtin. 22’ê Adarê jî li nuqteya kontrolê ya Nablusê hate girtin û bêyî ku bê darizandin 3 mehan di girtîgehê de hêlan.
Rûsya: Edîtora kanala dewletê ya Kanal Yek Marina Ovsyannikova ji ber kişandina dîmenek li dijî şer û lidarxistina xwepêşandanekê di weşana zindî de şevekê hat binçavkirin û cezayê pere lê hat birîn.
Rûsya: Herî kêm 7 rojnamevan hatin binçavkirin ku di nav de 3 jin bi portala nûçeyan a serbixwe Sota. Vision re dixebitin. Du ji wan bi cezayê girtîgehê û yên din jî cezayê pereyan û tacîzê li wan hate birîn.
Uganda: Rojnameger Faridah Bikobere, Lillian Luwedde û heft ên dinê hatin girtin.
Çîn: Dadgehkirina ewlekariya neteweyî ya pişt perdê ya Cheng Lei, rojnamevanê Awustralya ya bi eslê xwe Çînî 31’ê Adarê li Pekînê dest pê kir û piştî çend demjimêran bi betalkirina biryara dadgehê bi dawî bû. Çapemenî û dîplomatên biyanî, di nav de nûnerê Awustralya yê li Pekînê jî, beşdarbûna danişînê red kirin.
Hindistan: Raporek din a Agahdariya Destpêkê (FIR) li dijî rojnamevan Rana Ayyub ji ber helwesta wê ya li dijî tundiya dewletê ya berdewam li Hindistanê hate tomar kirin.
Tirkiye: Der barê nûçegihana Jinnewsê Rabia Onver de ji ber parvekirinên wê yên li ser medyaya civakî lêpirsîn hat destpêkirin.
Tirkiye: 10’ê Adarê Dadgeha Îzmîrê bi îdiaya “heqaret li Serokomar kiriye” ceza li rojnameger Sultan Eylem Keleş birî û cezayê wê hat taloqkirin.
Tirkiye: Rojnameger Sedef Kabaş bi îdiaya “heqaret” li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kiriye hat girtin û 49 rojan di girtîgehê de ma, paşê 2 sal û 4 meh cezayê lê hatî birîn hat taloqkirin û hat berdan.
Tirkiye: Danişîna 17’emîn a doza der barê edîtora Ajansa Nûçeyan a Aktîf (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayip de, di 24’ê Adarê de li Stenbolê hat dîtin. Rojnameger ji ber sûcên "Têkiliya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistinê kirine" tên darizandin.
Tirkiye: Yekemîn danişîna doza Bêrîtan Canozer bi endamtiya rêxistinê tê sûcdarkirin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Tirkiye: Li ser nûçeyên înşaeta derqanûnî ya li nêzî Tirbespiyê der barê rojnameger Hazal Ocak, Îpek Ozbey û Olcay Buyuktaş de bi îdiaya "aşkerekirina nasnameya midûr" û "nepeniya jiyana taybet" tên darizandin berdewam dikin.
Brezîlya: Nûçegihana televîzyonê Laura França û rojnamevanên din dema ku li Belo Horizonte xwepêşandanek dişopandin rastî êrîşê hatin.
Perû: Rina Solórzano, wênekêşa kovara nûçeyan a Lîmayê Caretas, li ber avahiya Kongreya Peru ji aliyê alîgirên Serok Pedro Castillo ve rastî êrîşê hat.
Ukrayna: Majda Slamova û Victoria Roschina di demên cuda de ji gulebaran Rusan xilasbûne
Tirkiye: Di Roja Jinan a Cîhanê de nûçegihan Îzel Sezer dema ku dîmenê meşa jinan digirt ji aliyê hevpîşeyên xwe yên mêr û polîsan ve hat astengkirin.
Albanya: Rojnamegera lêkolîner Antela Lika û karmendên xwe dema ku der barê nexweşiya grîpa çûkan a li ser mirîşkan de diaxivîn, ji aliyê xebatkarên xwediyê çandiniyê ve rastî gef û êrîşan hatin.
Pakistan: Nûçegihana televizyona Geo News Meryem Nawaz Khan hat tacîz kirin.
Dewletên Yekbûyî: Stratejîstê berê yê Komarparêz Steve Schmidt 24’ê Adarê li ser Twitterê nivîsand ku di navbera xwe û nûçegihana New York Times Maggie Haberman de hevpeyivînên taybet parve dike tacî kiriye.
Werger: JINHA