“Rapora ATK'ê ya der barê Aysel Tugluk de amade kiriye ji zanistê dûr e”

Saziya Tiba Edlî cara sêyemîn rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da Aysel Tugluk a nexweşa demansê. Parêzerên ku gotin, "Rapor ji zanistê dûr e” diyar kirin ku wan li dijî raporê îtiraz kirine.

Navenda Nûçeyan- Saziya Tiba Edlî (ATK) cara sêyemîn der barê siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a nexweşiya demansê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’ê ya Kandirayê tê girtin, rapora "Dikare li girtîgehê bimîne da. Parêzeran têkildarî rewşa Aysel Tugluk daxuyaniyeke nivîskî dan.

Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kir, muwekîla wan Aysel Tugluk ku ev demek e dirêj e li Saziya Înfazê tê ragirtin, bi nexweşiya demanserê têdikoşe. Parêzera di daxuyaniyê de destnîşan kir piştî teşhîs û tedawiya ewil a ku di Sibata 2021’ê de ji aliyê Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê ve hat destpêkirin, muayeneyên wê bi navber li Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê û Daîreyên Pisporê Saziya Tiba Edlî (ATK) berdewam kiriye.

Parêzeran di daxuyaniyê de dan zanîn ku ji Saziya Tiba Edlî (ATK) raporek nû ya sêyemîn ji bo rewşa Tugluk hatiye xwestin û ATK’ê cara sêyemîn rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye muwekîla wan. Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku rapor ji zanistê dûr e û agahiyên di raporê de hatine nivîsandin xwedî naverokek pûç in. Parêzeran di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wan li dijî rapora ATK’ê serî li dozgeriyê û Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye lê AYM xemsar tevdigere û tu deng jê nayê. Parêzeran di dawiya daxuyaniyê de diyar kirin ku Lijneya Pisporê a 3’yemîn a ATK’ê xwedî ziman û naverokeke ku nêrînên yekalî, nakok û serpêhatî dihewîne, ne li ser delîlan e, ji zanistî û objektîfbûnê dûr e û diyar kirin ku ew ê li dijî raporên ATK’ê û neheqiya li Tugluk tê kirin têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.