Rapora ÎHD: Li girtîgeha Îmraliyê 144 binpêkirin hatin jiyîn

Li gorî rapora ÎHD’ê ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên herêma Marmarayê ya 3 mehan, li girtîgehan hezar û 572 binpêkirin û li Girtîgeha Îmraliyê jî 144 binpêkirin hatine tesbîtkirin.

Stenbol- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de li girtîgehên Herêma Marmarayê hatine kirin, bi daxuyaniyeke li komeleyê eşkere kir. Rapor, ji hêla seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn ve hat xwendin.

Li 16 girtîgehan 48 serlêdanên binpêkirinan

Li gorî raporê, 5 jê girtiyên jin, 43 jê yên zilam, 9 jê girtiyên edlî û 39 jê girtiyên siyasî ji 16 girtîgehan bi giştî 48 serlêdanên binpêkirinan hatine kirin. Di raporê de hat gotin ku di encama serlêdan û lêkolînên li ser dezgehên çapemeniyê hatine berhevkirin de, bi giştî hezar û 572 binpêkirin hatine tesbîtkirin. Hat diyarkirin ku binpêkirinên weke îşkence, derbkirin, muameleya xerab, nêzikatiyên biçûkxistinê, mafên tenduristiyê, mafên xwarin û vexwarina bi tendurist û xwegihandina ava paqij, cîbicîkirina pêdiviyên sereke û hwd. hatine kirin. Di raporê de hat gotin 3 caran mafê jiyanê hatiye binpêkirin; 457 binpêkirinên weke îşkence, derbkirin, muameleya xerab û biçûkxistinê hatine kirin; 142 caran mafê tenduristiyê hatiye binpêkirin û 245 caran jî binpêkirina mafê ragihandinê hatiye kirin. Bi domdarî hat gotin ku girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday di 2’yê Cotmeha 2024’an de li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ya Stenbolê û girtî Îbrahîm Hakki Savaşerî jî di 5’ê Cotmeha 2024’an de li Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê jiyana xwe ji dest daye.

8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

Di raporê de hat diyarkirin ku 2 jê li herêma Marmarayê bi giştî 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û ev agahî hatin parvekirin: “Qedexeyên keyfî, îşkence û pirsgirêkên di mijara tenduristî û tedawiyê de tên jiyîn, li ser mafê jiyanê gefek mezin dixwin. Wezîrê Dadê di 5’ê Kanûna 2024’an de li meclisê bersiveke nivîskî da pêşnûmepirsek. Di bersiva xwe de diyar kir ku di 11 mehên ewil ên sala 2024’an de li girtîgehan 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Vê daxuyaniyê bandoreke mezin kir. Lê raya giştî ji 10 paran hay ji parekê van mirinê hebû. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêkên di nava çar dîwaran de veşarî dimînin û pir kêm ji wan tên parvekirin. Vê jî kir ku hemû kesên di vê qadê de xebatan dimeşînin, gumanan ji rêbazên xwe yên lêkolînê bikin.”

Girtîgeha Îmraliyê

Di raporê de hat diyarkirin ku têkildarî qedexeya hevdîtinê ya li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir tê girtin, 144 binpêkirin hatine tesbîtkirin. Her wiha hat gotin ku li girtîgehên bi Tîpa S û Y’yê û yên bi Ewlekariya Bilind jî tecrîd roj bi roj bêhtir tê girankirin. Di raporê de hat gotin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê nirxadina xwe ya “halê baş” li gorî tevlinebûna kursa olê, neçûna qawîşên kesên serbixwe, redkirina hevdîtina bi mela re, gerandina govendê, berzkirina dirûşman, pîrozkirina Newrozê û hwd. dinirxînin.

Di beşa encamê ya raporê de jî hat gotin ku divê binpêkirinên li jor hatine rêzkirin tavilê bên çareserkirin, tecrîda girankirî were rakirin, sepanên keyfî bên bidawîkirin û tedbîr bên girtin.