RAJIN: Têkoşîna me wê di xeta Nûjiyan de bidome

RAJIN Rojnameger Nûjiyan Erhan di 6’emîn salvegera şehadeta wê de bibîranî.

Navenda Nûçeyan – Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku roja 3’ê Adara 2017ê li bajarokê Xanesorê yê Şingalê di encama êrişa “Pêşmergeyên Roj” ên girêdayî  Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de birîndar bibû, Nujiyan Erhan di dîroka şeva di navbera 22 û 23 Adarê li nexweşxaneya Hesekê jiyana xwe ji dest da. Çapemeniya Jinên Azad (Ragihandina Azad a Jinan-RAJIN) Rojnameger Nûjiyan Erhan a ji aliyê PDK'ê ve hat qetilkirin bibîranî û got, "Têkoşîna wan wê ji bo me bibe ronahiya hêz, bawerî û heqîqetê."

'Têkoşîna me wê li ser şopa heqîqetê bidome'

RAJIN di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em rêheval Nûjiyan Erhan, rojnameger û pêşenga xeta çapemeniya azad a jinên cîhanê di 6’emîn salvegera şehadeta wî de bi hezkirin, minet û rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê wê de em şehîdên çapemeniya azad û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em careke din gotin û dilsoziya xwe ya ji bo şehîdên azadiyê tînin ziman. Têkoşîna me ji bo ku heqîqet di tariyê de nemîne, wê li ser şopa heqîqetê, di xeta Nûjiyan de bidome.

'Ji bo azadiyê tekoşîn kir'

Di çapemeniya azad a jinê de rêheval Nûjiyan Erhan kedeke mezin daye. Li ser xeta koçberan têkoşîna heqîqetê ya Denîz Firat û Şîlanan meşand. Bi du nasnameyan têkoşîna azadiyê meşand. Hem weke jineke pêşeng a şoreşger û hem jî weke jineke rojnameger ji bo azadiya jinê têkoşiya. Li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê, armanca xwe ya jiyanê mezin kir. Rêheval Nûjiyan têkoşîna xwe ya şoreşgerî li ser esasê rêgezên têkoşîna azadiya jinê pêşxist.

'Ked û fedakariya wê bandorek mezin çêkir'

Di meşa xwe ya azadiyê de tu carî astengî ji bo xwe weke sedem nedît. Van taybetmendiyên rêheval Nûjiyan di jiyanê de  wê her zindî hişt. Li Şengalê, bi taybetî li çiyê, ji bo rêxistinbûna azadiya jinê di qadên nû yên têkoşînê de kedeke mezin da. Ked û fedekariya rêheval Nûjiyan a şopdarên heqîqetê îro bandorek mezin li pêşxistina xeta jina azad û çapemeniya azad kiriye.

'Erkê me ye ku em hişmendiya desthilatdar teşhîr bikin'

Têkoşîna azadiya jinê di qonaxeke girîng re derbas dibe. Li aliyê din pergala kapîtalîst û serdestiya mêr bi tundî êrîşî jinan dike. Erka çapemeniya azad a jinê ye ku li dijî van êrîşan têbikoşin û zîhniyeta dewleta mêr derxîne holê. Dema ku Gurbetellî û Nûjiyan di demên herî dijwar de bi têkoşîna azadiyê bersiv dan êrîşên qirkirinê, îro jî divê em vê erk û berpirsyariyê bi cih bînin. Rêheval Nûjian û hemû şehîdên çapemeniya azad ji bo ev têkoşîn bidome û bigihêje serkeftinê dest ji lêgerîna heqîqetê bernedan. Em weke çapemeniya azad a jinan îro li ser şopa wan vê têkoşînê dimeşînin.

'Jinên Êzidî wê bîranîna Nûjiyan xwedî derkevin'

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî Şengalê kirin û bi taybetî li dijî jinan û bi taybetî civaka me ya Êzidî dest bi fermanan kirin, hevala Nûjiyan yekser berê xwe da Şengalê. Sê salan di eniya berxwedanê ya Şengalê de cih girt. Şahidê hemû kêliyên bi êş ên civaka me ya Êzidî bû. Bi vê helwesta xwe di nav jin û civaka me ya Êzidî de cihekî girîng girt. Em dizanin ku şehadeta wê bandorek mezin li ser civaka Êzidî û bi taybet li ser jinan kir. Jinên Êzidî wê her tim bîranîna Nûjiyan xwedî derkevin û têkoşîna wê bikin mînaka serkeftinê.

'Xiyaneta PDK'ê nayê jibîrkirin'

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li dijî civaka Êzidî îro jî dewam dikin. Rêheval Nûjiyan di 3’ê Adara 2017’an de di êrîşa PDK’ê ya li dijî navçeya Xanesor a Şengalê de bi giranî birîndar bû û di 22’ê Adarê de şehîd bû. Şoreşgera hêja Nûjiyan ji ber ku li dijî xiyaneta PDK’ê derket û ev îxanet di raya giştî ya Kurd de eşkere kir, bi zanebûn bû hedefa PDK’ê. Ev îxaneta PDK’ê tu carî nayê jibîrkirin. Weke çapemeniya azad em ê jî weke Nûjiyan li dijî hevkarî û xiyaneta PDK’ê derkevin. Di sala 2022’an de bi xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re li hemberî Şengalê û gerîla sûcên mezin hatin kirin. Bi taybet PDK’ê herî zêde dijminatiya jinên Kurd a li pêşberî wan e. Em weke çapemeniya azad a jinan weke Nûjiyanan li hemberî vê bê rûmetiyê  bêdeng namînin û emê tekoşîna xwe bidomînin.

'Em ê têkoşîna heqîqetê bilind bikin'

Li ser vê bingehê em ê têkoşîna Nûjiyan û hemû şehîdên çapemeniya azad bikin bikin bingehê xebat û têkoşîna jiyana azad û wekhev. Têkoşîna wan wê ji bo me bibe ronahiya hêz, bawerî û heqîqetê. Di têkoşîna çapemeniya azad de wê ti carî ji êrîş, zext, girtin û hewldanên bêdengkirina wê venegere. Em vê helwestê ji têkoşîna Nûjiyan fêr bûne û em ê vê helwestê bidomînin. Bi hêvî û baweriya wê têkoşîna azadiyê ya jinê bi felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' wê bi ser bikeve û em ê têkoşîna heqîqetê ji her demê zêdetir bilind bikin.

Bi vê baweriyê em ê bîranîna Nûjiyan û hemû şehîdên çapemeniya azad zindî bihêlin. Em careke din rêheval Nûjian bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin."