“Ragihandina ji aliyê dagikeran ve tê rêvebirin rastiyê nîşan nade”

Mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê girêdayî rewşa ragihandina Başûr di dema êrîşên dagirkeriyê de gotin: “Hêza dagireker gelek zêde hatiye nava xaka me eve jî metirsiyek mezine. Mixabin ragihandina alîgir rastiya heyî nade nîşandan."

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Ragihandina alîgir li her aliyê cîhanê ji aliyê desthilatê ve tê rêvebirin û di bin bandora partî û aliyên siyasî de kar dikin. Li gora berjewendiyê desthilatê kar dikin û xwe weke aliyek yê gel nabînin. Hinek ragihandin xwe weke bê alî bi nav dikin, lê belê dema di xebitin jî ji pirsgirêkan re nabin bersîv. Ragihandina Başûrê Kurdistanê piranî li gora partî û aliyên siyasî buyeran digirin dest, hinek ji wan jî êrîş û dagirkeriya ku heye rastiya rewşê nîşan nadin û di bin badoriya hêzên dagirker de rewşê asayî nîşan didin. Li ser mijara êrîş û pilanên dagirkeriyê ragihandina Başûrê Kurdistanê xwedî rolek lewaze, nikare ji nav gel be û metirsiya êrîş û dagirkeriyê bi awayek rast ranexwe berçavan û mijarê li gora berjewendiyê dagirkeran radixe ber çavan.

“Ragihandina Başur ji bo xizmeta deshilatê ye”

Mamostaya beşê Ragihandinê ya Zanîngeha Silêmaniyê Doktor Aştî Hemesalih di derbarê lewaziya ragihandina Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî û got: “Li Qahîre derketina rojnameya yakem ya Kurdistanê ji bo xizmeta gel û welat bû. Di dîrokê de dema ku rojnemeya yekem derket wêneyê nîştimaniyê nîşan dida. Nîha bi hemû pêşketina ragihandin û tora civakî dikarin wêneyê gel hîn zêdetir nîşan bidin, lê mixabin ew ragihandina li Qahîre destpêkirî nekariye bi heman naverokê li Başxşûr berdewan bike. Ragihandin çiqas kar bike, ger ne ji bo civak û netewa xwe be ne ragihandine, ji ber ragihandina niha û tora civakî, ragihandin ne tenê kar ji bo civakê kirine, bandorkirina civakê ye. Divê aliyên peywendîdar çavdêriya ragihandinê bikin û divê ragihandin destpêkê kar ji bo nîştîmana xwe bike. Ji ber ger ragihandin kar ji bo nîştîmana xwe neke tu cudahiya wê ji ragihandinên biyenî namîne û piştre çand û kevneşopiyên civaka Kurdî winda dibe. Di aliyek din de wê çandên dinê di nava civaka me de belav bibe.”

Doktor Aştî Hemesalîh wiha behsa bandoriya partiyan li ser ragihandinê kir: “Ragihandinek nîne ku ne xwedî partiyekê be û berjewendiyê gel nîşan nade, partî bandor li ser xebatê hemû ragihandinan kiriye. Dema kesek bi armanca aramkirina deruniyê temaşeyî televizyonên başur bike, dê bibîne mijarên niha belav dikin qet aramiyek têde nîne, bûye sedemê xirakirina aramiya derunî. Her ragihandinek bi vî awayî kar bike ne ragihandine sixoriye û armanca wan têkdana civakê ye. Tenê di demê şer û êrîşan de ragihandin ji bo aliyek taybet tenê di xebite. Ragihandin divê civakê aram bike, ne xezmeta deshilatê bike.”

“Ragihandina Başur metirsiya dagirkeriyê nade nîşandan”

Mamostaya beşa Televizyonê ya beşa ragihandina Zanîngeha Silêmanî Sara Qadir jî da zanîn ku niha tenê televizyon radyo nîne, tora civakî û elektronîk jî wisan kiriye ke her kesek xwedî dezgahek serbixwe be û têda bi vê rêyê mijarên ku hene dikarin belav bikin û got: “Nebûna ragihandina serbixwe bûye sedemê çêbûna valatiyek mezin di nava xelkê û mijarên ragihandinê de. Ji ber wê ragihandina niha ku heye ji bo xelkê nabe bersîv, ji ber ew mijarên ku belav dikin ji rastiyê gelek cûdaye. Di dema rewşek ne asayî û êrîşên dagirkeriyê de divê ragihandin rastiyan raxe berçavan, hêza dagireker gelek zêde hatiye nava xaka me eve jî metirsiyek mezine li ser me gelê Başûr û erdnîgariya me. Mixabin ragihandina Başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta kenalên xwe wisan kiriye ku ev mijarane bi awayek ne rast were belavkirin. Her carekê êrîş çêdibe siyaseta ragihandinan heman siyaseta hêzên dagirkeriyê ye, mijaran biçûk dikin û ne di berjewendiyê gel deye. Ragihandin bi dû awayan kar dike yan wisan li mijaran dike ku xelk bitirse, yan jî ger mijar çiqas metirsî be bi awayek asayî nîşan dide ku eve jî metirsiyek mezin çêdike. Ew ragihandina ku nikare rastiya rewşê raxe berçavan, ew ragihandina hêzên dagirker piştgiriya wan dike û li gora siyaseta wan kar dikin. Ji ber wê nikarin bi awayek raste rast metirsiyan raxe ber çavan û rewşa heyî belav bikin.”