RÊPAK: Têkoşîna jinan li seranserê cîhanê xurttir dibe
RÊPAK’ê, bultena xwe ya meha Tîrmehê ya li ser rewşa hiqûqî ya jinan weşand. Di bultenê de wiha hat gotin: “Têkoşîna jinan li seranserê cîhanê xurttir bûye. Daxwazên ji bo maf û azadiya civakî, zêdetir bûn. Jin daxwaza edaletê dikin.”
Navenda Nûçeyan – Tora Têkiliyên Jinên Kurd (RÊPAK), bultena xwe ya meha Tîrmehê weşand. Bulten, pêşketinên siyasî yên cîhanî û bihêzbûna tevgera jinan a di salên dawî de dinirxîne û destnîşan dike ku jin li seranserê cîhanê daxwazên xwe yên ji bo maf, azadî û edaletê bi awayekî bihêztir tînin ziman.
Di bultenê de hat diyarkirin ku hinek nirxan domdariya xwe winda kirine û wiha hat gotin: “Têgehên wekî pergala lîberal, mafên mirovan, demokrasî û pabendbûna bi qanûna navneteweyî re bûne tiştên berê. Berê ev nirx gelek caran di gotûbêjên giştî de dihatin nîqaşkirin lê belê îro ew bûne rastiyên ku bi eşkereyî nayên behskirin. Jîngeha cîhanî ya heyî, ji aliyê têgihîştinek li ser bingeha bêqanûnî, nebaşbûna saziyan û pêşbaziya bêrehm a li ser hesabê nirxên hevpar ve tê şêwekirin. Ev wêne, di pîrozbahiyên ku ji bo salvegera 70’an a NATO’yê li Enqereyê hatin lidarxistin de bi zelalî hat dîtin.
‘Bêaramiya giştî ya herêmê zêde dibe’
Di bultenê de hat destnîşankirin ku tê gotin heta sala 2026’an cîhan dê li nêzî 40 herêman bi pevçûn û şer re rûbirû bimîne û wiha berdewam kir: “Di vê çarçoveyê de, bêaramiya li Sahel, Sûdan, Sûdana Başûr, Qiloçê Efrîkayê û deverên derdor ên wekî Somalî, Somalîland, Etiyopya û Erîtreyê berdewam dikin. Her wiha pêşketinên li Tengava Bab El-Mandeb û Yemenê û bi taybetî li herêma Sahel û Morîtanya, Malî û Nîjer û li ser sînorê Nîjeryayê, kiryarên kom û rêxistinên girêdayî DAIŞ’ê yên wekî Boko Haram, bi riya karanîna hêzê ya li welatên ku rejîmên leşkerî yên qels in, bêaramiya giştî ya herêmê zêde dike.”
‘Tevgera jinan li dijî baviksalariyê veguherî têkoşînek bihêztir’
Di berdewamiya bultenê de wiha hat gotin: “Di salên 1970’an de, rexneyên li ser rewşa jinan, azadiya jinan û mafên kurtajê gihîştin astek radîkaltir. Di salên 1990’an de, jinan dest bi lêpirsîna van daxwaz û pergalê kirin. Di destpêka salên 2000’an de, tevgera jinan li dijî baviksalarî veguherî têkoşînek bihêztir.
Pêvajoya lêpirsîna rolên kevneşopî yên jinan, bi destpêka sedsala 21’ê re hem di çarçove û hem jî di kûrahiyê de bi pêş ket. Pîvana çalakî û xwepêşandanan, hêza nîqaşê û daxwazên zêde di asta cîhanî de tevgera jinan veguherand yek ji pêlên herî girîng ên têkoşîna civakî ya di sedsala 21’ê de.
Çalakiyên girseyî, meş, kampanya û daxuyaniyê jinan ên hatine weşandin, nîşan didin ku têkoşîna jinan a li gelek welatên cîhanê derdikeve holê, pêleke dîrokî ku pergalê ji bingehên wê dihejîne afirandiye. Çalakiyên wekî '#MeToo', Meşa Jinan, serhildana ”Jin Jiyan Azadî” û performansa 'Las Tesis', nîşan didin ku daxwaz parçeyekî pêvajoya dîrokî ya jin û civakan a ji bo guhertina civakî ye.”
‘Daxwazên ji bo maf û azadiya civakî zêdetir bûn’
Bultenê, tekez kir ku îro jin bûne pêşeng û hêza teşwîqkirina têkoşîna li dijî pergalê. Her wiha bultenê, diyar kir ku jin yek ji hêzên herî girîng ên xwepêşandanên Bihara Ereba bûn û got: “Têkoşîna jinan li seranserê cîhanê xurttir bûye. Daxwazên ji bo maf û azadiyên civakî zêdetir bûn. Jin gelek daxwazan dikin, daxwaza hesabpirsînê dikin û bêedaletiyan red dikin."