'Qirkirina peravê û Destûra Nû dê şerê navxweyî ava bikin'
Jinên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Hesekê beşdarî komxebata şermezarkirina kiryarên li peravê bûne gotin: "Qirkirina li peravê û Destûra Nû rê li ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê vedikin."

SÎLVA EL-IBRAHÎM
Hesekê- Platforma Çalakiyên Hevbeş a tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Hevgiritna jinên Sûriyeyê, bingeha rawestandina komkujiyên li ser jinan e" duh komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist. Di vê komxebatê de kiryarên ku li herêmên peravê diqewimin, komkujiyên ku li ser pêkhateya Elewî pêk tên û helwesta jinan a li hember îlankirina Destûra Nû hatin nîqaşkirin.
'Ermenî jî weke Elewiyan di komkujiyan re derbas bûne'
Seroka Yekîtiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîlda Sîmon bal kişand ser komxebatê û armancên wan. Sîlda Sîmon wiha got: "Em komkujiyên li ser sivîlan bi taybetî li ser jin û zarokan, şermezar dikin. Em jî wek gelê Ermen di sala 1915'an de bi komkujî û qirkirinê re rûbirû man. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştevaniya jinên peravê dikin û ji bo rawestandina komkujî û kiryaran em ê her tim li ser piyan bin. Piştî rûxandina rejîma Baasê, bi hinceta 'Bermahiyên rejîma berê' komkujî li ser Elewiyan pêk tên. Em hêvî dikin ku herêmên Sûriyeyê bi ewlehî û aramî bijîn."
'Ev destûr û qirkirin wê şerê naxweyî bi xwe re bînin'
Berdevka Yekîtiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hûrtisî Murad komkujiyên li peravê û Destûra Nû şermezar kir û wiha axivî: "Ez jinek Suryan im û Destûra Nû şermezar dikim. Divê hemû hemwelatî mafên xwe di Sûriyeyê de bidest bixin. Divê rêveberî xwe li ser bingeha qetilkirina nasname, netew û pêkhateyan ava neke. Ev destûr û komkujî jî wê şerê navxweyî bi xwe re ava bikin. Tecrûbeya Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhate, mezheb û olan di nava xwe de digre, li berçavan e. Her kesek dikare sûdê jê bigre. Ev tecrûbe ji bo Sûriyeke nû çareseriya herî baş e."
'Komkujiyên li Peravê seneryoya Şengalê dubare dike'
Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediyê Şemo qirkirina Elewiyan şiband qirkirina Êzidiyan a sala 2014'an û ev tişt gotin: “Dîrok xwe dubare dike. Qirkirina Elewiyan a li peravê, dişibe qirkirina Êzidiyan a li Şengalê. Senaryoya peravê dîmena revandina jinên Êzidî carek din dubare kir. Sûriye bi cihêrengiya xwe ya çandî, etnîkî û zimanî navdar e. Mixabin rêveberiya demkî rola xwe di parastina pêkhate û mezhebên Sûriyeyê de nelîst. Bi riya xebatên xwe em hewl didin yekîtiya jinên Sûriyeyê ava bikin. Jin dikarin bê zarok bijîn, lê nikarin bê ax bijîn. Mînaka wê jî dayîkên Efrînî ne. Li peravê zarok li ber çavên dayîkan tên qetilkirin. Ez bang li rêxistinên navnetewî dikim ku ji nêz ve rewşa Sûriyeyê bişopînin û komkujiyan rawestînin.”