Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
Li Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin.
Sêrt – Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, li Şaredariya Sêrtê qeyûm tayîn kir.
Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, ji hevşaredaran re gotin ku qeyûm hatiye tayînkirin. Li avahiya şaredariyê ala tirkan hate daliqandin û gel li pêşiya şaredariyê disekine.