Qeyrana aborî riya zarokan a dibistanê qût dike: Malbat neçar in

Krîza aborî ya ku ji sala 2014’an vir ve kûrtir dibe, bandorê li jiyana civakî ya li Başûrê Kurdistanê dike. Mamoste bi mehan e mûçeyên xwe wernagirin û gelek malbat nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê; valahiya perwerdehiyê berfireh dibe.

ŞIYA KOYE

Koye – Ji sala 2014’an ve, Herêma Kurdistanê di nav qeyraneke aborî de ye. Mûçeyên karmend û mamostayan an nayên dayîn an jî bi derengî tên dayîn. Îsal, heta dawiya meha Îlonê, mûçeyên Tîrmeh û Tebaxê hêj nehatine dayîn. Ev rewşê aboriya malbatan xirabtir kiriye û dudiliyê di nav malbatên xwendekaran de, bi taybetî yên ku zarokên wan di polên seretayî de ne, çêkiriye. Malbat ditirsin ku ji ber boykotên mamostayan, zarokên wan careke din ji xwendinê bêpar bimînin. Mamosta jî dibêjin ku dilsoziya wan heta niha xebata wan domandiye, lê ev dilsozî jî sînorekê xwe heye.

Fikara li ser siberoja zarokan

Rêzan Bekir, ku ji sala 1986’an ve mamostaya zimanê Kurdî li dibistanên Koyeyê ye, derbarê fikarên dayîkan de wiha dibêje: “Ji sala 2014’an heta 2025’an, qeyrana aborî û nebûna mûçeyan didome. Perwerde û tenduristî du qadên bingehîn ên pêşketina welatekî ne. Dema ev herdu qad kêm bibin, welat di qeyraneke mezin de dimîne. Dayîk rojane bi me re diaxivin û dibêjin, ‘Mamosta, gelo îsal jî zarokên me ji xwendinê bêpar dimînin?’ Ez jî wek wan nizanim, ji ber ku mûçe nînin. Salên berê me dît ku xwendekar çawa ji xwendinê qut bûn. Malbat nikarin pêwîstiyên dibistanê yên zarokên xwe peyda bikin. Ev rewş bandorê li me hemûyan dike.”

‘Cudahiya çînî ava dike’

Rêzan Bekir wiha dewam dike: “Ev qeyran ne yek-du sal e, ji 2014’an ve didome. Her car bi hincetekê mûçe nayên dayîn, ev jî bandorê li jiyana mamosta û hemû kesan dike. Jiyan bê pere nabe. Nebûna mûçeyan karesateke din bi xwe re tîne: cudahiya di navbera beşên civakî de. Yên ku rewşa wan a aborî baş e, zarokên xwe dişînin dibistanên taybet. Lê yên herî zêde zerarê dibînin, xwendekarên xizan û mamosta ne, ji ber ku ew di beşa xizan de ne. Bi vî awayî, li Herêma Kurdistanê çînên civakî ava bûne.”

‘Mamosta bi dilsozî xebatê dikin’

Rêzan Bekir bang li aliyên peywendîdar kir ku vê qeyranê çareser bikin: “Heta niha mamosta bi dilsozî xebitîne, lê pêwîstiya me hemûyan bi mûçeyan heye. Min dît ku berpirsyarekî got, ‘Pîşeya mamostatiyê pîroz e, mafê wan nîne daxwaza mûçeyan bikin.’ Min jî bersiv da: ‘Erkê we ji yê me girantir e. Hûn jî pereyên xwe bexş bikin û bidin gel!’ Ez bi dilsozî dixebitim û nahêlim xwendekar ji dersên xwe bêpar bimînin. Bila hûn jî dilsoz bin. Ez hêvî dikim ku ev pirsgirêk zû bê çareserkirin û hemû mamosta û karmend mafên xwe bistînin.”

‘Pêşketina welat ji dibistanê dest pê dike’

Bêxal Mihemed, xwediya pirtûkxaneyekê, derbarê rewşa xwendekaran wiha dibêje: “Ji ber nebûna mûçeyan, cudahiyeke mezin di navbera xwendekaran de çêbûye. Yên ku rewşa wan a aborî baş e, zarokên xwe dişînin dibistanên taybet. Xelkê xizan daxwaz ji hikûmeta herêmê dikin ku çareseriyekê ji bo mûçeyan bibîne. Qeyrana aborî bandor li jiyana xelkê kiriye, hin malbat nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê ji ber ku pêwîstiyên dibistanê peyda nakin. Di dibistanên hikûmetê de jî gelek kêmasî hene. Daxwaza me ew e ku ev pirsgirêk bên çareserkirin, ji ber ku pêşketina welat ji perwerdeyê dest pê dike. Ger dersên baş ji xwendekaran re bêne dayîn, cudahiya di navbera dibistanên taybet û hikûmetê de kêm dibe, da ku zarokên xizan jî qurban nebin.”