Qeydên HTS’ê Mûrat Asan derew derxistin
Mulkiye Kazan a ku cenazeyê wê di navbera sînorê Serêkaniyê û Qoserê de ji aliyê şivanan ve hat dîtin, diyar bû ku ji aliyê dergistiyê xwe Murat Asan ve hatiye kuştin. Asan têkildarî roja bûyerê gotibû “Em wê rojê nehatin ba hev min qet ew nedît” lê ji qeydên HTS’ê diyar bû ku derew kiriye. Piştî qeydên wê rojê derketin holê kiryar Mûrat Asan hat girtin û wî şandin girtîgehê.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha – Di 15’ê Kanûnê de di navbera sînorê Serêkaniya Rihayê û Qosera Mêrdînê de li newalek perçeyên cenazeyê jinek hatibûn dîtin. Şivanên wê derê dema ku dîtibûn kûçik erdê dikolin û perçeyên cenazeyek jê derdixin agahî dabûn leşkeran. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenaze şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Mêrdînê. Di encamê de diyar bû ku cenaze aydê jina 20 salî Mulkiye Kazan e û beriya mehekê winda bûye. Di çarçoveya lêpirsînê de dergistiyê Mulkiye Kazan Mûrat Kazan ê 23 salî hat binçavkirin û dûre hat girtin.
Gotibû “em ê gulstîlê bistînin” û ji malê derketibû
Li gorî agahiyên hatin girtin Mulkiye Kazan di meha Mijdarê de ji malbata xwe re gotiye “em ê bi Mûrat re gustîlê bikirin” û ji mala xwe ya Wêranşarê derketiye. Ji wê rojê û pê ve tu agahî jê nehat girtin. Malbat çû qereqolê agahiya windabûnê da û hefteyek piştî windabûna Mulkiye Kazan, kesek ji hejmareke telefonê ya veşartî peyamek ji xwişka Mulkiye Kazan re şand û got “Ez Mulkiye, li Almanyayê me, min meraq nekin, li min negerin”
Kiryar bi malbate re lê geriya
Li gorî agahiyên ku ji endamên malbatê hatine girtin, dergistiyê keça wan, Mûrat Asan li Stenbolê bi jineke din re bi telefonê axiviye û di peyamên dema axaftinê de jê re gotiye “Meraq neke min dergistiya xwe hel kir, wê şand Almanyayê.” Her wiha Mûrat Asan di dema lêgerînê de bi malbatê re lê geriya lê piştî ku ev peyam derket holê diyar bû ku Mûrat Asan ew roj ji bo ji Mulkiye Kazan veqete çûye balê û dûre wê kuştiye. Piştî ku di 15’ê Kanûnê de cenaze hat dîtin Mûrat Asan hat binçavkirin.
Qeydên HTS’ê kiryar derew derxistin
Di çarçoveya lepirsînê de polîsan qeydên HTS’ê lêkolîn kirin û dîtin ku roja Mulkiye Kazan winda bûye sînyala telefona wê û ya Mûrat asan heman cihî nîşan dane. Li ser van tesbîtan Mûrat Asan hat binçavkirin û dûre hat girtin û wî şandin Girtîgeha Mêrdînê.
Der barê lêpirsînê de biryara veşartî hat dayîn
Cenazeyê Mulkiye Kazan hê jî li morga nexweşxaneya Mêrdînê tê rawestandin. Malbatê ji bo teşhîsê mînaka xwînê daye û li ser lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye vekirin jî biryara veşarî hat dayîn.
.